Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 1ê Adar, 2021ê, DÛŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me!

&- Kurd û dostên wan ên Îtaliyan li paytexta Îtalya Romayê, ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de berxwedana Garê jî hate silavkirin

&- Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95’emîn de didome

&- Wê li Stenbolê jin di 5’ê Adarê de li pêşiya Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê werin ba hev.

&- Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan HBDH têkildarî kesên ku destê wan ketiye xwîna gel û şoreşgeran daxuyaniyek ji bo hişyarkirinê da.

&- Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê Forensic Architecture encama lêkolînên xwe parve kir û got, Tahîr Elçî ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.