KON-MED’ê ji bo merasîma ji bo welatparêzê Kurd Halîl Şen bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Konfederasyona Civaka Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî merasîma cenazeyê Halîl Şen ê welatparêzê Kurd ku li dijî komploya navneteweyî li bajarê Dresden ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji malbata Halîl Şen 2 birayên wî di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd bûn û hate gotin, “Birayekî wî jî li nava refên têkoşînê ye. Dayika Halîl Şen a 85 salî ku weke dayika Sîtê tê naskirin, çend roj berê li Tirkiyeyê hate girtin. Hevalê me Halîl Şen ji ber zextên dewleta Tirk di sala 1996’an de neçar mabû koçî Elmanyayê bike. Ji roja ku hat Elmanyayê û vir ve bênavber ji bo azadiya gelê Kurd xebitî.”
Di daxuyaniyê de bi taybetî bang li Kurdistaniyên li bakur û rojhilatê Elmanyayê û dostên wan hate kirin ku tevlî merasîma cenazeyê Halîl Şen bibin.
Li gorî daxuyaniyê cihê merasîmê wiha ye: Oschatzer Str. 26, 01127 Dresden, Saet: 14:00.”