Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 2ê Adar, 2021ê, SÊŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Endamê Meclîsa Şehbayê Mihemd Wês, ku ji pêkhateya Ereb e, destnîşan kir ku, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, riya rizgariya ji alozî û krîzan e.

&- Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat destnîşan kir ku îsal jî wê di 8’ê Adarê de lêpirsîneke radîkal li sîstemê bê kirin û got, “Cewhera pîrozbahiyê, serhildan e. Hesabpirsîna ji sîstemê ye.”

&- Koordînasyona KJK’ê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand û got, bi pêşengiya jinan di sedsala 21’an de têkoşîna azadî, demokrasî û ekolojiyê wê bi ser keve.

&- TJAyê got, Gav bi şûn ve navêjin, em ê dengê xwe bilind bikin

&-Li Parlementoya Hollandayê, zextên ku li ser wekîlên HDP’ê, tên kirin û girtina endam û rêveberên partiyê hate şermezarkirin.