Enstîtuya Jeolojiyê ya Emerîkayê (USGS) ragihand ku asta erdhejê 6.3 pile ye. Li gorî saziya çavdêriyê ya jeodînamîk a Atînayê, erdhej bi 21 kîlometreyî li başûrê Elassona yê Larîssayê qewimî. Saziyê hişyarî da ku erdhejên bi asteke nizm dikarin rû bidin.

Hate ragihandin ku herî kêm 3 erdhejên bi asta 4 pileyî piştre rû dane. Rayedarên xwecihî hewl didin xisara ku erdhejê li herêmê kiriye tespît bikin.

Yewnanistan ku li başûr rojavayê Ewropayê ye, li ser xeteke girîng a jeolojîk e. Bi giranî li binê deryayê, gelek caran erdhej li herêmê rû didin.

Erdheja herî dawî ya kujer di 30’ê Cotmeha 2020’î de li Derya Egeyê qewimî bû û asta wê 7 pile bû. Di vê erdhejê de ku di navbera Samos (Sîsam) û Îzmîrê de qewimî, li girava Samosê 2 zarok, li Tirkiyeyê jî 114 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Li Tirkiyeyê her wiha 1035 kes jî birîndar bûbûn.