Siyasetmedar Dr. Fernaz Atiyê Ehmed ya Misrî ya têkildarî însiyatîfa ‘Azadî ji Ocalan re’ got, armanca wan ji însiyatîfê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasandina doza gelê Kurd e.

Komek ji rewşnebîr, akadamîsiyan û hiqûqnasên Misrî Însyatîfeke Erebî ya bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kirin ku raman û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û doza Kurd li cîhanê bidin nasîn.

Siyasetmedar û Dr. Fernaz Ehmed Atiye têkildarî armanc û xebatên vê însyatîfê ji ANF’ê re axivî.

We kengî û çawa biryar dan ku însiyatîfeke bi vî rengî ava bikin? Kî tevlî însiyatîfê bûne?

Însyatîf piştî ku di navbera komek ji rewşenbîr, akadmisyan û hiqûqnasên Misrî de hevpeyvînek çêbû bi pêş ket. Her wiha piştî çend hevdîtinan me xwest ku em piştgiryeke taybet bidin doza Kurdî û komîteyeke taybet ji bo alîkariya azadiya Rêber Ocalan çêkin. Her çendî ev gav avêtin hinekî dereg ma lê ger tu dereng gav bavêjî baştir e ku tu qet navêjî. Ji ber wê em dibînin ku ev Însyatîf gelek girîng e ji bo azadiya Rêber Ocalan û pêşketina doza Kurdî. Her di derbarê kesên ku başdarî vê însyatîfê bûne weke min di destpêka de xuya kirî komek ji rewşwnebîr, akadimsiyan û hiqûqnasan xwestin piştgiriyê bidin azadiyê Birêz Abdulah Ocalan ji bo wê me însiyatîfek ava kir.

Armanca û hêviya vê însiyatîfê çi ye?

Armanca me ji vê însyatîfê ew e ku, em piştgiriyê bidin azadiyê Rêber Ocalan, her wiha em doza Kurdî, mebesta doza Kurdî bi gelê Ereb bidin naskirin. Em bi hêvî ne ku vê însiyatîfê bigihînin asta dewletên Erebî hemûyan ku piştgiriyeke mezin bidin azadiya Rêber Oclalan. Em bi hêvî ne ku ev li cîhanê deng vede. Me bi hejmarek ji hiqûqnas û akademîsyenan destpê kir û niha jî me gelek îmze ji bo azadiya Rêber Ocalan kom kirin.. Ji ber wê jî di destpêkê de însiyatîf tenê di asta Misrê da bû lê niha gelek kes ji welatên Ereban ên din tevlî vê însyatîfê bûne û heya niha me 8000 îmze ji bo piştgriyê bidin azadiyê Rêber Ocalan kom kirine.

Ti astengî derketin pêşiya vê însiyatîfê?

Di destpêka karê me de, me gelek astengî kişandin; ji çawaniya avakirina vê însiyatîfê û heta piştgiriya madî ji vê însiyatîfê re. Mixabin ji ber şewba vîrûsa koronayê ya li cîhanê me weke însiyatîf nekarî gavek baş bavêjin, lê em hewl didin ku derfetên xwe hemûya bi kar bînin ku em bikarin însiyatîfê bi ser bixin, bi kar bînin.

Hûn rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li Îmraliyê çawa dinirxînin?

Bêguman li ser Rêber Ocalan zilm û neheqî heye. Her wiha ev tiştên ku di derheqê wî de tê kirin weke tecrîd û nahêlin ku parêzer û tîma parastina wî serdana wî bikin ji ber wê jî em bi hêvî ne ku ev însiyatîf wan kiryarên dermirovî yên li ser Rêber Ocalan tê kirin, hemû cîhan û hiqûqnasên mirovî agahdar bike.

Xelkê Misrê çawa li kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinêre?

Nêrîna rewşebîran di derbarê Rêber Ocalan de dibînin ku ew mirovekî têkoşer e her wiha xwedî doz û maf e. Piraniya gelê Misrê û xelkê Ereb ên dewletên din doza Kurdî û fikir û felsefeya Rêber Ocalan nas nakin. Armanca me ya sereke ji vê însiyatîfê ew e ku hemû gel Misrî û Erebî ramanên Rêber Ocalan nas bikin û bi awayek rast bêxapînok doza Kurdî fêm bikin. Ji ber ku hin alî hene û bi taybet dewleta Tirk dibêjin ku Kurd teror in her wiha dibêjin ku Kurd xeteriye li ser ewlehiya wan.

Dewleta Tirk li dijî doza Kurdî û fikir û ramanê Rêber Ocalan, bi giranî li nava gelan û Ereban propagandayên nerast dike. Lê em zanin ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan banga biratiya gelan û aştiyê dike. Banga demokrasiyê dike. Ti cudahiyê di navbera nîjad û pêkhateyan de nake.