Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê li ser 8’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê ya ku tirs berdaye dilê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê bûye hêvî û pêşeng.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 8’ê Adarê li dijî mêtingeriya li ser ked û bedena jinê serhildan û berxwedaneke ku li dîroka mirovahiyê hatiye nivîsandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li qadan bêtirs bersivê didin zext, destavêtin û dijminatiya li jinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û hate ragihandin ku têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan tirs xistiye dilê desthilatdariyê.

Di daxuyaniyê de hae gotin, “Têkoşîna azadiya jinê ya ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ditirsîne, bûye hêviyeke mezin û pêşengiyê ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re dike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “8’ê Adarê têkoşîn û berxwedana herî mezin a jinê ye. 8’ê Adarê êdî bi têkoşîna bi rûmet a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî barbarên DAÎŞ’ê bi lehengî têdikoşin, gihîştiye asta herî bilind.

Têkoşîna ku jin di nav de heye û pêşengiyê jê re dike, wê teqez bi ser bikeve, wê mirovahiyê rizgar bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Bi navê KCDK-E, di şexsê jinên ku ji bo jiyaneke azad têdikoşin, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan pîroz dikin û dibêjin; ji bo jiyaneke azad em dakevin qadên têkoşînê.”