Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan, lê belê careke din serlêdana wan hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin sibeha Pêncşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Lê belê dozgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtinan a ji bo şeş mehan, serlêdan red kir.
Bi hinceta ‘Nexşerê’yê ya ku Ocalan li parastina xwe ya di sala 2009’an de ya li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê zêde kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23’ê Îlonê de hevdîtina bi parêzeran re 6 mehan qedexe kiribû.