FEDA’yê di salvegera Qirkirina Qoçgiriyê de daxuyanî da û got, “Heta ku Elewî li ser bingeha xweparastinê xwe rêxistin nekin wê êrîşa feraseta qirker her cure êrîşa xwe bidomîne.”
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera qirkirina 100 sal berê ya li Qoçgiriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Dewleta qirker û dagirker di sala 1920-1921’an de li Qoçgiriyê qetlîamek kir. Dewleta Tirk a feraseta qirker a Îttîhad û Terakkiyê wergirt, xwest civaka Elewî ya Rêya Heq belav bike û yên mayî jî bi xwe re girêbide. Di vê sedsalê de Qirkirina Dêrsimê di serî de hesabê qirkirinên li ser gelên qedîm nehatiye dayîn.
Organîzasyona siyasî ya nijadperestiya Tirk li ser xwîn û hêsirên vê qirkirinê ava bûye. Li hemberî vê zilma mêtingeran têkoşîna lêgerîna maf û berxwedana mazlûman jî didome. Hê jî Qoçgirî û Kurdistan di bin dagirkeriyê de ne.
Gelê Qoçgirî li ser baweriya Rêya Heq civakiya exlaqî û polîtîk a li ser nirxên komunal û demokratîk, bi heqîqeta civaka azad jiyana xwe didomand. Ji ber soza Mistefa Kemal ku diyar dikir wê netewe dewleta nû li ser bingeha demokratîk ava bibe, gel bi hev re têkoşiyan. Lê feraseta qirker li gorî peymana beriya şer tevnegeriyaye. Li hemberî vê îxanetê jî berxwedana xweparastinî wekî heqekî pêk hatiye.
Artêşa Neteweyî ya di bin fermanariya Nûrettîn Paşa û çeteyên Topal Osman bi talan û dagirkeriyê de bi deh hezaran kesên ji Qoçgiriyê kuştine, dest danîne ser mal û milkên wan. Bi sedan gund hatine şewitandin û bi deh hezaran kes hatine sirgunkirin.
Feraseta qirker ji ser tecrubeya qirkirina Qoçgiriyê û feraseta selefîst qirkirinên Agirî, Dêrsim û Zîlanê li ser gelê me pêk aniye. Heta ku qetlîama Qoçgiriyê neyê fêmkirin wê qetlîamên Maraş, Meletî, Çorûm, Sêwas, Gazî û Umraniyeyê jî neyê fêmkirin. Heta ku serhildanên gelên mazlûm ên wekî Mazdek, Babek, Şêx Bedreddîn, Babaî, Şahkûlû û Kalenderî neyê fêmkirin Qoçgirî jî nayê fêmkirin.
Heta ku Elewî rûbirûyî heqîqeta xwe ya bawerî û dîrokê neyên, bi pîr, dergah û Ocaxên xwe re îkrara xwe nû nekin û rêxistineke li ser bingeha xweparastinê ava nekin divê baş were zanîn wê her cure êrîşên înkar, îmha û qetlîamê bidome.”