OHD’ê li dijî opersayonên li ser MEBYA-DER’ê helwest nîşan da, got, dixwazin komeleyê çavtirsandî bikin. OHD’ê her wiha xwest ku hemû kesên hatine destgîrkirin werin berdan.

Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) derheqê operasyonên li ser Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya  Malbatên li Dergûşa Mezopotamyayê Xizmên Nebediyan (MEBYA-DER) daxuyanî da. Di civînê de Sekretera Giştî ya OHD’ê Gulan Çagin Kalelî axivî û xwest rêveber û endamên ku hatine destgîrkirin û girtin demildest werin berdan.

Kalelî bi bîr xist ku 27’ê Sibatê û 3’yê Adarê polîsan bi ser rêveber û endamên komeleyê de girtine, geleK kes hatine destgîrkirin ku di nav destgîrkiriyan de mirovên 60-70-80 salî jî hene û ev kes bi nexweşiyên giran ên kronîk in.

Kalelî her wiha got MEBYA-DER dema ku li ser cenazeyên mirovên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane pêkirinên dermirovî hebin, ji bo standina cenazeyan û pêvajoya hiqûqî bişopîne hewl dide, ji ber ku dewlet binpêkirina mafan piştguh dike saziyên rêxistinên civakî hewl dide li dijî van binpêkirina mafan bibe bersiv.

Kalelî her wiha got MEBYA-DER saziyeke yasayî û hiqûqî ye, operasyona li ser komeleyê bi temamî dijî hiqûqê ye û bang kir ku kesên hatine destgîrkirin û girtin demildest werin berdan.

SÊRT

Li Sêrê Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) têkilî berxwedana zindanan, li avahiya komeleyê bi tevlêbûna rêveberên bajêr ên HDP’ê jî daxuyanî da. 

Rêveberê komleyê Necmeddî Yur ji bo rakirina tecrîda li Imraliyê û bidawîbûna binpêkirina mafan a li girtîgehan bang li CPT’yê kir ku gavan bavêje û bang li raya giştî jî kir ku bihistyar bin.