Nivîskar û çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf got ku ji bo ku AKP û Erdogan xeyalên Dewleta Osmanî pêkbîne, çavê xwe berdane ser welatên ku berê di bin desthilatiya Osmaniyan de. Rauf diyarkir ku her çend pirsgirêkên Iraqê kûr bibin, ewqas zemînê destwerdana kar û barên Iraqê ji bo Tirkiyeyê çêdibe.

Demek dirêje dewleta Tirk bi awayên cûda destwerdana kar û barên navxweyî yên Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Nivîskar û çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf li ser vê yekê ji RojNews re axivî.

Burhan di destpêka axaftina xwe de balkêşa ser siyaseta dewleta Tirk ya hemberî gelê Kurd û wiha axivî; “AKP û Erdogan ji bo xeyala dewleta Osmanî pêkbîne, çav berdaye ser welatên ku wê demê dibin desthilatiya împaratoriyê de. Niha dewleta Tirk Bakûrê Kurdistanê dagirkiriye, bi wê re jî dixwaze rê li ber pêşketinên Herêma Kurdistanê bigre. Di dema borî de bi Îran û Sûrye re civiya, di civînan de diyarkir ku ew naxwazin ezmûnek weke ya Herêma Kurdistanê li parçeyên din yên Kurdistanê ava bibe.

Dewleta Tirk dest avêtiye bazara Iraq û Herêma Kurdistanê. Beşek mezin yê şirketên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê kar dikin, salane dewleta Tirk bi dehan milyar dolar ji bazarên Iraq û Herêma Kurdistanê qezenç dike. Bi taybet dixwaze ziyanên di kirîza aborî li Tirkiyeyê çêbûyî, hemû di bazarên Herêma Kurdistan û Iraqê de derbixe. Bi vê rêyê dixwazin carek din bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê zêde bikin.”

Çavdêr û nivîskar Rauf di dewamê de behsa nakokiyên dinava Iraqê de kir û got; “Nakokî û pêşbaziyên li Iraq zêdetir zemînê destwerdana welatên cîran ava kiriye. Lê em dibînin di vê dema nû ya Parlamentoya Iraqê de fraksiyona ji Kurd, Şîe û Suniyan pêkhatiye. Dibe ku di dema bê de ev yek bibe sedemê rê girtina li hemberî dewleta Tirkiyeyê. Ger ev yek pêkbê wê Tirkiye nekaribe weke berê dest bavêje nava Iraqê. Ji ber ku her çend pirsgirêkên Iraqê kûr bibin wê zemînê destwerdanê ji bo Tirkiye û welatên din zêdetir ava bibe.”

Rauf di dewama axaftina xwe de balkêşa ser ava kirina hêzek çekdarî ya li Kerkûkê a ji aliyê dewleta Tirk û wiha pêde çû; “Ava kirina hêzek çekdarî ji bo her pêkhateyek be, berevajiyê destûra Iraqê ye û ti xizmeta jiyana hevbeş ya Iraqê nake. Ez hêvî dikim ku hikûmeta nû ya Iraqê dema ava bû, li dem boriyê binêre û bala xwe bi de ser pirsgirêkên Iraqê. Ji ber ku di 15 salên borî de gelê Iraqê rastî gelek karesetan hatine. Pêwîste van pirsgirêkane hemû bibînin û ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan kar bikin. Li gorî min ger ev pirsgirêk werin çareser kirin, wê ev yek pêngavek baş be ji bo dawî anîna deswerdana derve.”

Di dawiyê de Rauf balkêşa ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û wiha got; “PKK tenê hêcetek ya bombebaran kirinê ye, divê dewleta Tirk rêz li serweriya Iraqê bigre. Eger pirsgirêkek hebe divê bi rêya peywendiyan bê çareser kirin. Ew êrîşên dewleta Tirk bi hêceta gerîlayên PKK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dike, ji ber wê ye ku dewleta Tirk dixwaze pirsgirêkên xwe derbazî ji derve bike.”