Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 5ê Adar, 2021ê, În
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKÊ, ji bo 8ê Adarê daxûyaniyek da û got, faşîzma AKP û MHPê, wê bi têkoşîna jinan were hilweşandin.

&- Ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cihanê, li gelek bajarên Kurdistanê, çalekiyên pîrozbahiyê hatin pêkanîn.

&- Helîkoptera leşkerî li Tetwanê kete xwarê, di nava wan de kongeneralek, herî kêm 11 leşker mirin. Li Şirnexê jî 11 leşker birîndar bûn.

&- Li Colemêrgê di êrîşên qirkirina siyasî de 6 ciwan hatin destgîrkirin.

&- PDK dîsa li ser navê Encûmana Asayîşa Herêma Kurdistanê, daxûyaniyek da û got ku 5 girtiyên parêzgeha Duhokê li xwe mûkûr hatine. Encûmenê jî daxûyaniyên PDKê red kir.