Tayyîp Erdogan her meh keyayan dicivîne, niha jî keyayên ku xelkê gundan an jî taxan hilbijartine ji peywirê digire. Ji peywirêgirtina keyayan rengê êrîşên li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê radixe ber çavan. Li aliyê din ev yek nîşan dide bê ka desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP´ê çi qasî lawaz e.

Yên ku keyayan hildibijêrin ew kes in ku keyayan nas dikin. Parlamenter an jî hevşareder dibe ku bi manipulekirina xelkê bidin hilbijartin, lê ji bo keyayan ev ne lê ye û ne pêkan e. Civak wan baş nas dike. Lewma jî yên ku erka wan a nûneriyê herî zêde ye keya ne. Ji ber vê yekê jî, ev siyaset û êrîşa li dijî keyayan, yekser li dijî civakê ye; ev dijminatiya civakî ya yekser e. Bêguman ji peywirgirtina parlamenter û hevşaredaran an jî zindanîkirina wan jî êrîşa li dijî gel e. Lê mirov berê êrîşê bide keyayan a rastî, ev gunehbarkirina wan kesên ku dengê xwe dane kayayan e. Êrîşa li dijî keyayan û destgîrkirina wan, girtina kesên dengdayiyê wan e. Jixwe, gelek girtin jî bi vê armancê ne.

Dibe ku keyatî weke karekî nû yê îdarî hîn nû hatibe binavkirin û ji bo hilbijartina wî rêbazek jî hatibe qebûlkirin. Lê keya ji dîrokê ve her hebûn. Di nav civakê de her tim rûspî yan jî malmezinên gund û taxan hebûne. Qanûnan negotana, wiha tê hilbijartin jî, kesên ku ev peywir bi cih dianîn, hebûn. Lewma, ji peywirgirtina keyayan, destwerdana jiyana civakê ye, dijberiya li dijî civakê ye. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de tişta ku ew mirovên herî despot û faşîst bi xwe jî nediwêribûn bînin bîra xwe, desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP´ê niha dikin. Bi vî awayî dijberiya xwe ya civakê û helwesta xwe ya beramberî civakê datîne holê. Ev desthilat û şefê wê rêzê ne ji civakê û ne jî ji keyayên wê re rêzê nagire. Mehê carekê keyayan jî tenê ji bo ku civakê bixapîne dicivîne. Ne wisa bûna, dê bi siyaseteke wiha ya ji peywirgirtinê pêk neanîna.

Hilbijartin nebûna jî, wê birêveberina karên civakê bi destê rûspiyên gund û taxan hebûna. Ev jî dê ew kesên ku îro weke keya hatine hilbijartin bûna. Wateya vê jî ew e ku ev keya ne bi tenê bi qanûna hilbijartinan hatine hilbijartin. Lewma jî zêde wateya wê nîne ku mirov bibêje, min ev keya ji peywirê negirtin. Tayyîp Erdogan bibêje, min ew ji peywirê girtin lê keya li cihê xwe ne. Bi tenê ger wan sirgûnî devereke dûr ji gund û taxên wan bike, wê qîmeteke pratîk a vê siyasetê hebe. Yan na, keyayan çawa duh karê xwe dikir, dê îro jî karê xwe bikin. Lewma jî ne divê keya dev ji peywirê xwe berdin û ne jî civak dev ji keyayên xwe berde. Meaşê wan jî bila serê wan bixwe. Rûspiyên gundan û taxan tu carî hewceyî kesî nebûne. Civakê pêdiviyên wan bi cih anîne. Jixwe, wekî din jî wan pêdiviyên xwe bi cih anîne. Jixwe, çawa ku karekî wan kesan heye ku karê civakê bi rê ve dibin, karekî keyayan jî heye. Bi vî awayî, keya wê wek her tim hem karê xwe bikin û hem jî bi karên civakê bilî bibin. Lewma ger muxtar û civak bibe xwedî helwesteke qewîn û xwegir, hingê wê tu wateya van ji peywirê girtinan nebe. Keya dê dewam berdewam bikin û tevî civakê karê gund û taxê bikin.

Peywirgirtina keyayan a li dijî civakê tehdît û şantaj e. Ev şerekî psîkolojîk e ku li dijî civakê tê kirin. Civak divê bi xwedîderketina li keyayên xwe bersivê bide vê şantaj û gefxwarinên li dijî xwe. Şantajkirin û gefxwarin karê herî rezîl e; rehînegirtin jî bi heman rengî ye. Karê Tayyîp Erdogan û AKP’ê êdî bûye êrîşa li dijî civakê. Nexwe, divê civak li hemberî şantajker û gefxwaran bibe xwedî helwesteke zelal. Heger Tayyîp Erdogan dixwaze civakê bibizdîne, bitirsîne û çavtirsandî bike. Hingê civak jî divê bêhtir kîna li dijî Tayyîp Erdogan û AKP’ê bersivê bide.

Piraniya keyayên ji peywirê hatine girtin jî kurd in. Ev jî dijminatiya li dijî civaka kurd e. A rast, ev êrîşa li dijî navmal û mehremiyeta civakê ye. Çawa ku destdana jiyana şexsî ya kesan di tu qanûnan de nabe hebe, ev mafê Tayyîp Erdogan jî nîne.

Faşîst û qirker wiha dest werdidin civakê. Civak jî divê bersiva pêwîst bide şantajkerên ku destwerdana jiyana wê ya civakî û kesayetî dide. Divê wisa bibe ku Tayyîp Erdogan jî ji van kiryarên xwe poşman bibe.

Salîh Cûma Pîr