FCDK-KAWA ji bo hilbijartinên eyaletan ên Elmanyayê bang li gelê Kurd kir ku dengê xwe bidin û got, “Em ji bîr neke, eger temsîlkarê te tune be, kesekî din nikare te temsîl bike. Em tevlî hilbijartinê bibin û temsîlkarên xwe hilbijêrin.”

Federasyona Civakên Demokratîk a Kurdistanê (FCDK/KAWA) têkildarî hilbijartinên eyaletên Elmanyayê ku 14’ê Adarê wê dest pê bikin daxuyaniyek da.

FCDK/KAWA bang li hilbijêrên Kurd û demokrat ên li Elmanyayê kir û wiha got, “Li Elmanyayê wê di 14’ê Adarê de li eyaletên Hessen, Rheînland Pfalz, Baden Wurttembergê hilbijartinên xwecihî bên kirin. Bi navê FCDK/KAWA demeke dirêj e em amadekariya van hilbijartinan dikin. Em ê bi namzetan tevlî hilbijartinên eyaletan û meclîsên şardariya bajêr bibin, ji bo meclîsên biyaniyan jî bi lîsteyên komî tevlî hilbijartinê bibin.

Banga me li gelê me û dostên me ew e ku tevlî hilbijartinên 14’ê Adarê bibin û bikin ku namzetên me bi ser bikevin. Komîteyên hilbijartinê yên di bin sîwana meclîsên me yên gel de hatine avakirin wê karê agahdarkirinê û roja 14’ê Adarê jî ji sibehê heta êvarê ji bo alîkariya dengdanê kar bikin. Em ji bîr neke, eger temsîlkarê te tune be, kesekî din nikare te temsîl bike. Em tevlî hilbijartinê bibin û temsîlkarên xwe hilbijêrin.”