Endama MYK a Koonfederasyona Sendîkayên Keddarên Cemaweriyê (KESK) Elîf Çûhadar a ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku bêhiqûqî, tengbûna polîtîkayên karkirinê, desteknedayîna polîtîkayên sosyal, dîsa venêrîna îdeolojîk, jinê hebsî malê dike.
Çûhandar anî ziman ku daxwazên jina kar jî dike ji nedîtî ve tê û got: “Ji wekhev karkirinê bigire heta heqdesta wekhev, li fabrîqeyê mafê kreşê, astengiyên têkildaîr mafê civakî, bi qasî niha kêmbûna rêjeya sendîkayê, karkirina jinê her ku diçe kêm dibe.
Çûhader bal kişand ser yên bi kod-29 ji kar hatin derxistin û got: “Bi hincetên nêzîkatiyên tacîz û bêexlaqiyê hem mêr û hem jî jin ji kar tên derxistin, Kod-29 di warê karkeran de pir girîng e. Ji berê ve karkeran daxwaz kiribû ku ev made ji qanûna ker bê derxistin. Heta nina ne rêbazeke welê bû ku serlêdan pir dihate kirin, tenê madeyek bû ku hemûna xwe diparast û di rewşên pir îstisnaî de dihate pêkanîn. Bi mercên şewbê re û dîsa piştî dernexistina ji kar û şûnde, bû madeyek ku sermayedar û petron bikar bîne. Karkerên ku bi vê madeyên ji kar tên derxistin, piştre vegera wan a kar ev made li pêşiya wan dibe asteng. Naveroka madeyê ji aliyê sermayedar û patronan ve her diçe tê berovajîkirin.”
Çûhadar îşaret bi helwesta êrîşkar a zayendî û cihêkariyê ya hikûmetê da û destnîşan kir ku gotinên mîna ‘reforma hiqûqê’, ‘ reforma aborî’ û ‘ plana çalakiya mafê mirovan’ nayên bawerkirin û diyar kir ku ‘a hatî kirî temînana ya bike ye’ û wiha nirxand: “Dema ku rejîma yek mêrî hate avakirin, êrîşkarî û bê hiqûqî tê qahîmkirin. Li vir ti bendewariyek me ji hiqûq, reform û mafê mirovan nîne. Di demekê de ku muxalefet bi hêz dibe û di demekê de ku ji girseya xwe rexneyê digire, tişta hikûmet bike ew e ku; hem girseya xwe hem jî civakê bixe nava bendewariyan, mijûl bike”
Çahadar anî ziman ku ew jin dibêjin ku bila hiqûqa heyî pêk bînin got: “NE Qanûna Hejmara 6284 ne jî Peymana Stenbolê tê bicihanîn. Eger ku derdekî yê pêşîgirtina qirkirina jinan hebûya wê desthilatê ewilê ev qanûn bi cih bianîba, bêhiqûqî wê ji holê rakira. Têkildarî cihê jinê ya di nava civakê de sekin û helwestekî îdeolojîk heye. Mijar ne nasnameya jinê ya di nava civakê de, parçeyek a malbatê, mîna hevjîn, amûra hilberînê ya duyemîn ku ji xwedîkirina zarok û pîran berpirs lê tê nêrîn. Rewşeke welê yê ku ked û nasnameya wê tê piştguhkirin. Şideta li jinê bi polîtîkayên bêcezatiyê tên teşwîqkirin.”