Buroyên hilbijartinê saet di 07.30’an de vebû. Di rojên Yekşem û Sêşemê ji bo kesên di bin rîskê de banga dengdayînê hate kirin. Roja Çarşemê wê hilbijartina esasî pêk were.

Ji ber şewbê li welat qedexeya derketina derve heye. Di meha Çileyê de ji ber qedexeya derketina derve çalakiyên protestoyê hatibû kirin. Ev çalakî di 40 salên dawîn de çalakiyên herî xurt bûn.

Li gorî anketan wê serokwezîr Mark Rûte cara çaran were ser peywirê. Dîsa li gorî anketan wê partiya Rûtte ya binavê VVD ji sedî 25’ê dengan bistîne. Partiya rastgir PVV jî xwedî ji sedî 13’ê dengan e.

Partiyên bi navê CDA û CÛ jî ji bo sêyemîntiyê têdikoşin. Dibe ku ew jî têkebin hikumeta nû.

Welatên din Yekîtiya Ewropayê ji nêz ve vê hilbijartinê dişopînin. Ji ber ku di warê rêveberina şewbê de ev wekî testekê ye.