Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 16 Adarê 2021ê, SÊŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..!
&- Parêzerên Rêber APO ji bo çûyîna Îmraliyê, îro serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
&- KCKê got, heta ku hevdîtina rûbirû bi Rêber Apo pêk were divê çalakî werin geşkirin
&- Ji Ewropa heta Rojava, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê, Kurd ji bo tendûrûstî û misogeriya jiyana Rêber APO daketin qadan.
&- Înîsîyatîfa Gel ya Kurdistanê bang li gelê Kurd, bi taybetî li jinan û ciwanan kir ku heta agahiyek rast ji Rêbertî werê girtin, li qadan bin û çalekiyan bikin.
&- Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê çalakiyeke sabotajê kirin.