Hevserokê Partiya Ji Nû Ve Damezirandinê ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur got li Tirkiyê ji bo ku bi mirovî û bi rûmet bijîn divê li dora HDP’ê kom bibin

Hevserokê SYKP’ê Cavît got doza girtina HDP’ê tenê HDP’ê têkildar nake û got divê weke girtina hmeû navendên siyasî yên derveyî desthilata AKP-MHP’ê were dîtin.


Ugur got, ”Girtina HDP’ê di serî de CHP, doza girtina çepgirî, hemû muxalefeta sosyalîst, doza girtina hemû navendên siyasî yên li derveyî desthilata AKP-MHP’ê ye. Divê her kes meselê rast fêhm bike û li ser vê bingehê bifikire. Dibe ku hûn ji HDP’ê hez nekin, rexne bikin lê êdî mesele ne tenê meseleya HDP’ê ye.”

Ugur diyar kir ew weke pêkhtayên HDP’ê têbikoşin û got, ”Li Tirkiyê ji bo ku jiyaneke bi mirovî û birûmetî, ji bo ku bibin xwedî demokrasiyê divê li dora HDP’ê em kom bibin û li dijî vê em têkoşîneke birûmet bidin. Çi kesê ku dibêje alîgirê demokrasî, hiqûqê ye û ji xwe re dibêje mirov, sazî û fikir divê li hev kom bibin. Ev ti caran nayê qebûlkirin. Em jî weke pêkhateya dameziradêr a HDP’ê têkoşîna xwe ya dijî vê li dora tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh bidomînin.”