Di têkoşîna zor û zehmet de ya ji HEP, DEP, OZDEP, HADEP heta HDP’ê, her ku partî hatin girtin, gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê mezintir kir.

Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li Bakurê Kurdistanê di salên dawî yên 1980’î û destpêka salên 1990’î de girseyî bû, wê mohra xwe li siyaseta Tirkiyeyê bixista. Rewşa partiyên sîstemê ku nedikarîn bersivê bidin daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê, wê bi xwe re avaniyên nû yên siyasî bianiya. Mafên rewa yên gelê, demokratîkbûn, mafên jinan, pirçandî, azadiya ol û wijdanê wê herî zêde ji aliyê van avaniyên nû ve bihatina parastin ku di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de wê weke “Partiyên Kurd” bihatina naskirin.

Ev pêvajo wê bi konferansa bi navê “Kurd: Mafên Mirovan û Nasnameya Çandî” destpê bikira ku sala 1989’an li Parîsê pêk hat. Ahmet Turk jî di nav de 8 parlamenterên ji Partiya Gelparêz a Demokrat (SHP) tenê ji ber ku tevlî vê konferansê bûn û qala pirsgirêkên gelê Kurd kirin ji SHP’ê hatin avêtin.

PÊVAJOYA KU BI 18 PARLAMENTERAN DEST PÊ KIR

Parlamenterên ku ji SHP’ê qut bûn, di Hezîrana 1990’î de Partiya Kedê ya Gel (HEP) ava kirin. HEP a ku Fehmî Işiklar Serokê wê bû, di 20’ê Cotmeha 1991’ê de tevî SHP’ê tevlî hilbijartinê bû. Mîtîngên hilbijartinê wê demê bi atmosfera serhildanê li bajar, navçe û bajarokên Bakurê Kurdistanê derbas dibû. HEP’ê ji Amed, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Êlih, Wan, Mûş û Semsûrê 18 namzetên xwe hilbijart û kir parlamenter.

Lê belê karê siyaseta Kurd a legal wê qet ne hêsan bûya.Beriya hilbijartinên 1991’ê Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Ayin di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk ve ji mala xwe hate birin û qetilkirin. Di 3’ê Mijdara 1992’an de rêveberekî din ê HEP’ê, Serokê HEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik bi xwînxwarî hate qetilkirin.

Parlamenterên Kurd ên ji lîsteya HEP’ê hatin hilbijartin hîn di roja destpêkê ya meclîsê de zext û zordariyeke mezin dîtin. 6’ê Mijdara 1991’ê di dema merasîma sondxwarinê de parlamenterên HEP’ê Leyla Zana û Hatîp Dîcle xwestin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ev yek bû sedem ku lînçeke giran li HEP’ê bê kirin. Piştî ku SHP’ê bi DYP a bi serkêşiya Suleyman Demîrel re koalîsyon çêkir, HEP li derve hatin hiştin. Di Adara 1992’an de parlamenterên Kurd ji SHP’ê îstifa kirin û drbasî nava Partiya Demokrasiyê (DEP) bûn.

MIRIN TIMÎ LI PEY WAN BÛ

Di 14’ê Îlona 1993’an de biryara girtina HEP’ê hate dayin. Parlamenterên HEP’ê 2’ê Hezîrana 1992’an Partiya Azadî û Wekheviyê (OZEP) ava kirin. Piştre jî di 4’ê Hezîrana 1992’an de OZEP tevlî HEP’ê bû. Ji ber ku Serdozgeriya Dadgeha Bilind li hemberî HEP’ê doza girtinê vekir, di 19’ê COtmeha 1992’an de bi serokatiya Mevlut Îlîk Partiya Demokrasî û Azadiyê (OZDEP) hate avakirin. Piştî 3 mehan bi îdîaya ku di bernameya xwe de cih daye armanca parçebûna Tirkiyeyê di 29’ê Çileya 1993’an de li hemberî OZDEP’ê doza girtinê hate vekirin. Rêveberiya partiyê li benda biryara dadgehê nema û OZDEP fesih kirin. Beriya ku ev biryar bigihêje Dadgeha Destûra Bingehîn, di 23’ê Mijdara 1993’an de biryara girtinê hate dayin.

Têkoşîna demokrasiyê û siyaseta Kurd wê piştî HEP, OZEP û OZDEP’ê êdî bi DEP’ê dewam bikira. Lê belê Hêzên dewleta Tİrk wê bi her awayî êriş bibira ser wekîl, parlamenter û endamên DEP’ê. Di anvbera salên 1992-1994’an de li Êlih, Amed, Farqîn û Nisêbînê hêzên paramîlîter û kontra wê êriş bibira ser DEP’iyan. Di 2’ê Îlona 1993’an de endamê Meclîsa Partiyê ya HEP’ê Habîp Kiliç, di 4’ê Îlona 1993’an de Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Rêveberê Bajarê Êlihê Metîn Can hatin qetilkirin. Heman demê Serokê Giştî yê DEP’ê Yaşar Kaya jî ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hate girtin.

Ev êrişên li ser DEP’ê sala 1993’an gihîşt asteke bilind. Di vê demê de her wiha 14 şaredarên ji partiyên cuda tevlî nava DEP’ê bûn. 8 ji wan ji SHP’ê, 2 jê serbixwe, ji ANAP, DYE, CHP û DSP’ê jî her yek ji wan tevlî DEP’ê bûn. Dewleta Tirk ku dît bi girtin û kuştinê nikare bi DEP’ê, di 2’ê Kanûna 1993’an biryar da ku pêvajoya girtinê bide destpêkirin. DEP bi îdîaya “Karê li dijî yekparebûna milet û welêt a dewletê” dihate sûcdarkirin.

Heman piştî destpêkirina doza girtinê DEP’ê di 12’ê Kanûna 1993’an de bi coş kongreya xwe ya awarte pêk anî û Hatîp Dîcle kir serok. Sala 1994’an wê ji bo siyaseta legal a Kurd bibûya saleke zehmet. Di 18’ê Sibata 1994’an de navenda giştî ya DEP’ê hate bombekirin. Endamekî DEP’ê Ekrem Akçakaya jiyana xwe ji dest da.

DARBEYA 2’Ê ADARA 1994’AN

DEP’ê weke nerazîbûna li dijî êrişa bombeyî biryar da ku xwe ji hilbijartinên xwecihî yên heman salê vekişîne. Vê carê jî bi gotina rêveberên dewleta Tirk ‘wê ji meclîsê bihatina avêtin’. Di 2’ê Adara 1994’an de Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Sirri Sakik û parlamenterê serbixwe yê Şirnexê Mahmût Alinak mafê wan ê destnedana parlamenteriyê bi bayê bezê hate betalkirin. Piştî vê biryarê ku wê weke “Darbeya 2’ê Adarê” cihê xwe di dîroka siyaseta Tirk de bigirta, Orhan Dogan û Hatîp Dîcle dema ji meclîsê derketin wê bihatina girtin ku dîmenê wan wê di hişê mirovan de bima.

Piştî ku polîsên bi kincê sivîl Dîcle û Dogan bi zorê destgîr kirin, hevalên wan jî biryar dan ku dernekevin derve û heta sibehê li meclîsê man. Piştî çalakiya du rojan wekîl ji meclîsê derketin û yek bi yek hatin destgîrkirin. Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik, Sedat Yûrttaş, Selîm Sadak, Mahmût Alinak, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan bi sûcdariya “Xiyaneta li welêt û qutkirina parçeyek ji welêt û hewldana avakirina dewleteke serbixwe” bi biryara DGM’ê hatin girtin. Wekîlên mayî jî beşek ji wan çûn Ewropayê û pêşengî ji avakirian Parlamenta Kurd a li Sirgûnê re kirin.

DEMA HADEP’Ê YA HERÎ ZEHMET BÛ

Di 11’ê Gulana 1994’an de bi serokatiya giştî ya Mûrat Bozlak Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ala têkoşînê dewrgirt. Dewleta Tirk a ku qîma xwe bi kuştina 76 siyasetmedarên HEP û DEP’ê neanî, bi kuştinekê bersiv da avabûna HADEP’ê. 2’ê Hezîrana 1994’an endamê Meclîsa Partiyê û damezrînerê HADEP’ê Mûhsîn Melîk dema ku tevî ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz diçû Rihayê hatin kuştin.

Di dîroka siyaseta legal a Kurd de wê partiya herî demdirêj HADEP bûya. Di nava zexteke giran de tevlî hilbijartina 1995’an bû û ji sedî 4.17 ê dengan wergirt. Di serî de Serokê Giştî Mûrat Bozlak gelek rêveber û endamên wê gelek caran hatin destgîrkirin û girtin. Tevî astengiyên li pêşiyê jî HADEP di Nîsana 1999’an de tevlî hilbijartinên xwecihî bû û şaredariya bajarekî mezin (Amed), 6 bajar (Agirî, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Sêrt û Wan) di nav de 37 şaredarî bi dest xist.

Tevî ku di hilbijartinên giştî de jî 34 wekîl bi des xist, ji ber ku nekarî benda ji sedî 10 derbas bike, nekarî biçe Meclîsê. HADEP piştî ku şaredariya gelek bajarên Kurdistanê bi dest xist hîn bêhtir bû hedefa dewleta Tirk a siyaseta tepisandinê.

Piştî ku cezayê li rêveberên HADEP’ê ji aliyê DGM a Hejmara 1’ê ya Enqereyê hate birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin, Serokê Giştî yê HADEP’ê Bozlak û gelek rêveberiyên partiyê jî di nav de qedexeya siyasî li rêveberên HADEP’ê hate ferzkirin. Piştî 6 mehan şaredarên Amed, Sêrt û Çewlikê hatin destgîrkirin. Di 25’ê Çileya 2001’ê de Serokê HADEP’ê yê Silopiyayê Serdar Taniş, piştî ku ji fermandariya jendermeyan bang li wî hate kirin û çû wê derê, agahî jê nehate girtin. Sekreterê navçeyê Ebûbekir Denîz jî der barê heman mijarê çû fermandariya jendermeyan, lê ji wî jî ti agahî nehate wergirtin.

SEKNA TÊKOŞER A MÛRAT BOZLAK

Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Mûstafa Mûmîn di 13’ê Adara 2003’an de ragihand ku HADEP bi hinceta “bûye navenda terorê” bi yekdengî hatiye girtin. Piştî çend salan di ser girtina HADEP’ê re serokê giştî yê partiyê Mûrat Bozlak di 4’ê Çileya 2015’an de jiyana xwe ji dest da. Bozlak li gel hewldana sûîqestê ya hêzên dewletê ya li dijî wî, li gel qedexeya siyasetê ya li ser wî hate danîn, bi biryardarî siyaseta demokratîk meşand û bi vî rengî cihê xwe di dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de girt.

DEHAP a ku li şûna HADEP’ê sala 1997’an ava bû, lê ‘aktîf’ nebû, bi girtina HADEP’ê re êdî pêvajoya wê dest pê kir. Di hilbijartinên 2’ê Mijdara 2002’an de hêzên ked û demokrasiyê ji lîsteyên DEHAP’ê tevlî hilbijartinê bûn. DEHAP’ê ji sedî 6.23 ê dengan wergirt û zêdeyî 50 wekîl bi dest xist. Lê belê ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî 10 nekarî parlamenteran bişîne parlamentê.

Di sala 2002’an de li hemberî DEHAP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn bi îdîaya “beriya ku rêxistinbûna xwe temam bike tevlî hilbijartinê bû” doz hate vekirin û di 19’ê Mijdara 2005’an de partiyê xwe fesih kir. Li şûna DEHAP’ê vê carê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ava bû. Di 9’ê Mijdara 2005’an de ava bû û bû ew partî ku modela hevserokatiyê tevlî dîroka siyasî ya Kurd û Komara Tirkiyeyê kir. DTP’ê di 2007’an de tevlî hilbijartinê bû. Ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî 10’î, bi namzetên serbixwe bi navê “Namzetên hezar hêvî” tevlî hilbijartinê bû û 22 parlamenter bi dest xist.

Dadgeha Bilind jî yekser kete nava liv û tevgerê û di 16’ê Mijdara 2007’an de bi îdîaya “navenda hewldana ji bo xerakirina yekparebûna welat, dewlet û milet e” doza girtinê lê vekir. Gelê Kurd hîn bêhtir xwedî li DTP’ê derket û bi vî rengî bersiv da dozê. Di hilbijartinên 2009’an de hejmara şaredariyên xwe gihand 99’an. Dewleta Tirk jî li hemberî vê vê carê bi navê “Operasyonên KCK’ê” dest bi oeprasyonên qirkirina siyasî kir.

Di encama van operasyonan de ku Nîsana 2009’an dest pê kir zêdeyî hezar endam, rêveber, hilbijartî, şaredarên DTP’î hatin girtin. DTP di 11’ê Kanûna 2009’an ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hate girtin. Hevserokên Giştî Ahmet Turk û Aysel Tûglûk jî di nav de li 37 kesan bi 5 salan qedexeya siyasetê hate danîn. Bi girtina DTP’ê re di 2’ê Gulana 2008’an de 20 parlamenterên DTP’ê tevî Ûfûk Ûras li meclîsê komeke nû bi navê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ava kirin.

BDP bû partiya 7’an a ku azadiya gelê Kurd diparêze. Li gel zext û zrodariyê BDP’ê di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de bi 61 namzetên serbixwe tevlî bû û bi rêjeya ji sedî 6.58’an 36 wekîl bi dest xist.

SERKETINA 7’Ê HEZÎRANÊ Û DARBEYA 4’Ê MIJDARÊ

BDP’ê di sala 2014’an de navê xwe kir Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û parlamenterên wê jî sala 2012’an tevlî nava Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû. HDP bû yekemîn partiya Kurdan ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10’î derbas kir. HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 13.12 ê dengan wergirt û bû xwedî 80 parlamenterî. Li pêşberî vê serketina gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, rejîma Erdogan nekarî bi tena serê xwe hikumetê ava bike. Bi piştgiriya MHP’ê biryara hilbijartina pêşwext da û piştre konsepta şer xiste dewrê.

Di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an de ku weke “5 mehên Tirkiye hejand” derbas bû, li Pirsûsê û Gar a Enqereyê bombe hatin teqandin û li gel vê atmosfera tirsê jî HDP’ê ji sedî 10.7 ê dengan wergirt û ji bendê derbas bû. Piştî rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ku AKP’ê pêşniyar kir, MHP’ê piştgirî da û CHP’ê jî got, ‘Li dijî demokrasiyê ye, lê erê’, konsepteke nû ya zextê li dijî HDP’ê kete meriyetê. Piştî ku bi dengên AKP, MHP û CHP’ê mafê destnedanê di Gulana 2016’an de hate rakirin di 4’ê Mijdara 2016’an de Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 wekîlên HDP’î hatin destgîrkirin.

HEMÛ SEROKÊN PARTIYAN HATIN GIRTIN

Ji HEP’ê heta HDP’ê hema hema hemû serok û hevserokên wê hatine girtin. Ferîdûn Yazar (HEP), Ahmet Turk (HEP/DTP), Mahmût Alinak (OZEP), Yaşar Kaya (DEP), Hatîp Dîcle (DEP), Murat Bozlak (HADEP), Mehmet Abbasogl (DEHAP), Tuncer Bakirhan (DEHAP), Aysel Tugluk (DTP), Nurettîn Demîrtaş (DTP), Gultan Kişanak (BDP), Sebahat Tuncel (HDP/DBP), Kamûran Yuksek (DBP), Fîgen Yuksekdag (HDP), Selahattîn Demîrtaş (BDP/HDP) di demên cuda de hatin girtin. Tuncel, Tugluk, Yuksekdag û Demîrtaş hê jî girtî ne.

PARTIYÊN DIN KU HATIN GIRTIN

Heta niha di siyaseta Tirkiyê de 25 partî ji hêla Dadgeha Bingehîn a Destûrê ya Tirk ve hatine girtin. Van salên dawî HEP, DEP, OZDEP, HADEP, ji eniya çepgir jî partî û lîderên wan hatine girtin.

Partiya Komunîst a Yekbûyî ya Tirkiyê (TBKP) 1991’an, Partiya Sosyalîst 1992’an, Partiya Sosyalîst a Tirkiyê 1993’an, Partiya Demokrasî û Guherînê 1996’an, Partiya Kedê (EP) 1997’an, Partiya Demokratîk a Girseyê ku ji hêla Şerafettîn Elçî ve hatî damezirandin 1999’an hate girtin.