TKP-ML Newroz li gel pîroz kir û destnîşan kir ku dem hatiye li çiyê û bajaran agirê raperînê bê geşkirin.

TKP-ML MKSB bi daxuyaniyekê, Newroz li gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata navîn pîroz kir û got, “Bila Newroz bibe helwesta me ya li dijî zilmê. Bila raperîn û berxwedan mezin bibe.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li cografya Rojhilata Navîn, hebûna gelê Kurd hîn jî tê înkarkirin. Li Kurdistana Sûriyeyê hîn jî xaka wan ahtiye dagirkirin û gefên dagirkeriyê lê tê xwarin. Li Kurdistana Iraqê êrişên hewayî li dijî wan tê kirin û operasyonên bejahî jî pêk tên. Li dijî Kurdên Êzidî gefa qirkirinê tê xwarin.”

‘DEMA SERHILDANDANÊ YE’

Di daxuyaniyê de işaret bi kiryarên qirkerî û dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd hate kirin û hate gotin, “Raperîna li dijî Dehaqên zalim ên vê serdemê, rewa ye. Ev yek hem mafeke hem jî wezîfeyeke. Niha ew dem e ku li dijî Dehaqên zalim bibin Kawayên Hesinkar. Dem dema serhildan û raperînê ye. Ew dem e ku li çiyê û bajaran agirê raperînê bê geşkirin.”