AvEG-KON: Gelê Kurd û pêşengên wê yên polîtîk, şoreşger, sosyalîst û welatparêz bi agirê Kawayê Hemdem li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê destanên berxwedanê dinivîsînin.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) têkildarî Newrozê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku gelên Rojhilata Navîn di demeke welê de Newrozê pêşwazî dikin ku li tevahiya cîhanê êrişên serdestan ên li ser karker, kedkar û gelên bindest zêde bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, gelê Kurd bi agirê Kawayê Şoreşger bi ser Dehaqên vê serdemê ve dimeşe û li her parçeyên Kurdistanê bi rengekî bi mînak li ber xwe dide.
AvEG-Konê diyar kir, li xaka Rojava bi şoreşa wekheviya jinê, azadîparêz û demokratîk, gelê Kurd herêm veguherandiye qadeke azadiya bawerî û gelan a jiyana bi hev re û li dijî her cûre êrişên dewletên mêtinger û emperyalîst, nirxên xwe yên şoreşê diparêze.
Di daxuyaniyê de işaret bi êrişkariya dewleta Tirk hate kirin, ku ne tenê li dijî Kurdan û ne tenê li Bakurê Kurdistnaê, li herêmên din jî bi rengekî hovane êrişê dibe ser destketiyên Kurdan.
Di daxuyaniyê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexta li ser girtiyên siyasî hate bibîrxistin û hate gotin, “Lê belê gelê Kurd û pêşengên wê yên polîtîk, şoreşger, sosyalîst û welatparêz bi agirê Kawayê Hemdem li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê destanên berxwedanê dinivîsînin. Hêzên faşîst ku di êrişa dagirkeriyê de ya li ser Garê li pêşberî gerîla têk çû, li pêşberî sekna jinan a li qadên 8’ê Adarê matmayî ma.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, karker, kedkar, hêzên pêşverû û şoreşger, enternasyonalîstên ji gelên xwecihî yên Ewropayê hate kirin ku li dijî delwetên paşverû-faşîst mêtinger û emperyalîst ku Dehaqên vê serdemê ne, li dijî polîtîkayên wan ên qirkirin û komkujiyê dakevin qadan, agirê Newrozê geş bikin.