Piştî ku Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk hedef nîşan da, Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan hate destgîrkirin.
Berê sibehê Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Berdevka Meclîsa Jinan a Enqerê ya HDP’ê Zeyno Bayramoglu, endamê Meclîsa Partiyê Alî Ozkan, Hevseroka Bajêr a Eskîşehîrê ya HDP’ê Şukriye Ercan, Huseyîn Gevger û Betul Koca hatin destgîrkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyan Soylu piştî hewldana dagirkereriyê ya li ser Garê li Meclîsa Tirk axivîbû û bi gotina, ”Ew komeleya ku bi navê ÎHD ku rih tê nemîne” ÎHD hedef nîşan dabû.