Li dijî doza girtina HDP’ê li cîhanê gelek rêveber û parlamenterên partiyan piştevaniya xwe ji bo HDP’ê diyar dikin û ji civaka navnetewî, sazî û hikûmetan xwestin ku li dijî dîktatoriya AKP’ê bêdeng nemînin.
Partiya Sosyalîst a Swîsre (SP/PS) bi daxuyaniyeke niviskî doza girtina HDP’ê û ji wekîltiyê xistina Gergerlîoglu bi dîktatoriyê bi nav kir. SP’ê di daxuyaniyê de zext şermezar kirin û got, ”SP bi fikar li zêdebûna zextê ya li Tirkiyê dinere û bi rengekî tund vê şermezar dike. SP piştevanê HDP’ê û piştevanê Omer Faruk Gergerlîoglu ye ku li Tirkiyê li dijî binpêkirina mafan yek ji dengê girîng ê mafê mirovan e.
Di daxuyaniyê de ji wekîltî xistin û hewldana girtina HDP’ê weke gefa ‘vegere li rojên tarî yên li dîktatoriyê” hate dîtin û hate gotin civaka navnetewî wê bêdeng nemîne ku Erdogan ji bo ku desthilata xwe biparêze demokrasî û dewleta hiqûqê feda bike.
Her wiha bang li Konseya Ewropayê (KE), Rêxistina Ewlehî û Hevkarî ya Ewropayê (REHE), Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir ku tevbigerin.
Palamenterê yek ji partiya li pêş a Belçîkayê Ecolo, Samuel Cogolatî daxuyanî da û hewldana girtina HDP’ê, rakirina destlênedana parlametneran şermezar kir û got,”Em demokrat em ê bêdeng nemînin û her demê li Tirkiyê civakeke azad, aştîxwaz, demokratîk û pir reng biparêzin.”
Partiya herî mezin a di rêza duyan de ya Qibrisê Partiya Pêşverû ya Gel a Kedê (AKEL) jî bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji bo HDP’ê û Gergerlîgolu nîşan da, êrîşa li ser HDP’ê şmerzar kir û diyar kir ew piştevanê HDP’ê ne û hemû endamên girtî yên HDP’ê ne.
Her wiha hate diyarkirin parlamenterên wan ên li Asambleya Parlamenteran a Konseya Ewropayê hem jî li Parlamentoya Ewropayê mijarê bikin rojev.
Li welatê giravê ya Okyanûsa Hîntê jî, Tevgera Maurîtîûs Milîtan (MMM) ku li parlementoyê temsîla xwe heye, bi daxuyaniyekê êrîşa li ser HDP’ê şermezar kir. Ji rêveberê partiyê Vîjay Makhan got polîtîkaya li ser HDP’ê cihê fikaran e û êrîşa li ser demokrasiyê ye. Hate diyarkirin MMM piştevanê partiya xwîşk û bira HDP’ê ye.
Ji partiya hevkarê desthilatê ya li Elmanyayê Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Dîetmar Koster li ser daxwaza girtina HDP’ê got, ”Ev ne tenê derî hiqûqê û antî demokratîk e, her wiha bipêkirina mafê welatî û siyasî ye” jî.
Koster diyar kir Erdogan gav bi gav ”ber bi dîktatoriyê ve diçe” û bal kişande ser ji wekîltî xistina Omer Faruk Gergerlîoglu. Koster her wiha got gelek parlamenterên endamên PE’yê piştevanê HDP’e ne.
Her wiha Dîetmar Nîetan jî ku di rêveberiya SPD’ê de payebilind e peyam da û got wê piştevaniya wan ji bo HDP’ê û hêzên demokratîk domdar be.