SILÊMANÎ – Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer wê li Silêmaniyê 2’emîn Konferansa xwe li dar bixin. Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo beşdarbûnê bang li jinên ciwan kir.

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer wê li Silêmaniyê di 9’ê Mijdarê de 2’emîn konferansa xwe li dar bixin. Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Silêmaniyê derbarê amadekariyên konferansê de daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şinar Kerîm ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em di roja îro de di qonaxek gelek hestyar û girîng re derbas dibin. Di warê siyasî, fikrî, çandî û fizîkî de êrîşek berfireh li ser civakê û bi taybet li ser jinan tê kirin ku jib afirînerên civaka exlaq û polîtîk in. Di roja îro de jin weke malê modernîteya kapîtalîzmê tê bikaranîn. Lewma erka me hemûyane ku em li dijî van êrîş û qirkirinê rawestin. Divê em helwesta xwe nîşan bidin û weke jinên Başûrê Kurdistanê xwe berpirsyar bibînin”

‘Helwesta herî baş têkoşîna azadiya jinê ye’

Di berdewama daxuniyê de wiha hat gotin; “Helwesta herî baş têkoşîna azadiya jinê ye. Di hamû qonaxan de hatiye îstapkirin ku dema jinan xwe bi rêxistin kiriye, bûne hêza guhertinê. Eger di nava civakê de ev şîdet li dijî jinên ciwan pêk tê, divê jinên ciwan xwe li hember bikin mertal. Ji bo vê ji pêwîst e divê di serî de xwe bi rêxistin bikin.”

‘Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî konferansê bibin’

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di dawiya daxuyaniya de bang li hemû jinên ciwan kir ku xwe berpirsên têkoşînê bibînin û beşdarî konferansê bibin û wiha hat gotin; “Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî konferansê bibin û ji bo pirsgirêkên xwe rêyên çareseriyê peyda bikin. Banga me ji bo jinên Kurd, Êzidî, Kakeyî, Ereb û Tirkmen re heye beşdarî konferansê bibin. Konferans wê roja 9’ê Mijdara 2018’an li Silêmaniyê pêk were.”