Li herêmên Elegez û Oktoberyan ên Ermenistanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li herêmên Elegez û Oktoberyan ên Ermenistanê doh êvarê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Girseya gel agirê Newrozê dada û cejna xwe pîroz kir.

Di pîrozbahiyan de hate ragihandin ku newroz berxwedan û azadî ye û destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdan, gerîla, berxwedêrên zindanan û gel hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyan de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” hatin qîrîn û li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.