Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê, cenazeyên herdu zarokên ku di dema çêrandina sewalan de pê li mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan, li ber hev hatin veşartin.
Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî li gundê Yekmalê dema ku heywanên xwe diçêran, ji ber mayinê jiyana xwe ji dest dan.
Malbatên herdu zarokan cenazeyên zarokên xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û li gundê Yemîşliyê veşartin. Cenazeyên Yûsûf û Caner li ber hev hatin veşartin.