Di demên dawî de qetilkirina jinan li herêmê zêde bûye. Gelek jin li herêmên Rojava hatin qetilkirin, her wiha bi nêzikbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, jinên navçeya Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa meşek lidar xistin.
Jinan di meşa xwe de pankartên bi nivîsa “Na ji qetilkirina jinan re, Na ji tundiya li dijî jinan, Na ji desthilatdariyê re û serdema tundiya li dijî jinan derbas bû”her wiha ala Kongeya Star û Tevgera Jinên Ciwan, hildan.
Meş ji Qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê destpê kir û li navenda navçeyê veguherî mitîngê.
Mitîng bi rêzgirtin destpê kir. Paşê daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Kongreya Star Eyhan Mûrad ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Jin di nava dîrokê de û heta roja îro dibe qurbaniya zihniyetên desthilatdar ku li ser civakê tê ferzkirin. Hemû qanûn û urf û adatên ku bi navê ol têne kirin azadî û mafê wê ji stendin û jin kirin daxistin asta duyemîn. Jin kirin milkê mêr û tenê xizmeta wî bike.
Em weke tevgera jinan zihniyeta desthilatdar, qetilkirina jinan û tundiya ku li dijî jinan tê kirin, şermezar dikin. Em zihniyeta ku hêza xwe di qetilkirina jinan de dibîn û nasnameya wê wê binpê dike, şermezar dikin. Tu kes lêkoînê li ser dozên civakê û bi taybet doza jinê nake. Ev doz pêşketina civakê asteng dike.
Bi hatina roja 25`ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, em hemû sûcên qetilkirina jinan şermezar dikin.
Careke din em alên xwe radikin û bisekinekî dibêjin na ji tundiya li dijî jinan, na ji qetilkirina jinan re. Em soz didin ku em ê asta têkoşîna xwe li dijî zihniyeta desthilatdar bilind bikin. Em ê heta dawiyê têkoşînê bikin da ku em hemû jinan ji zilmê rizgar bikin û wan ber bi azadî û wekheviyê ve bibin.”