Li Edeneyê di oeprasyonên qirkirina siyasî de 15 kes hatibûn destgîrkirin. 4 ji wan hatin girtin.

Li Edeneyê 19’ê Adarê di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” ji bo bên girtin radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Edeneyê hatin kirin.

Dadgehê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” biryara girtina 4 kesan da û li 2 kesan jî “cezayê ragirtina li malê” birî, 9 kes jî bi şertê kontrola edlî berda.

7 kesên ku di Newroza Edeneyê de hatin destgîrkirin jî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên girtin.