Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling xwest ku Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) dawî li zexta li ser Kurdan bîne.

Roja 23’ê Adarê polîsên ewlekariya Swêdê (Sapo) tevlî civîna Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê bû û li ser rewşa ewlekariyê ya li welêt agahî dan partiyan.

Ji Partiya Çep Håkan Svenneling tevlî civînê bû û ji rayedarên Sapo xwest ku li ser têkiliyên xwe yên bi Rêxistina Îstîxbarata Milî ya Tirk (MÎT) agahiyan bidin.

Håkan Svenneling piştî civînê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku rayedarên Sapo bersiva vê pirsa wan nedan.

Bi taybetî sala dawî, ku li dijî DAÎŞ’ê qanûnên nû yên terorê hate amadekirin, zextên li ser Kurdan jî zêde bûn.

Håkan Svenneling di vê der barê de got, “Li Swêdê di mijara teror û terorîzmê de fikar û nîqaş hene. Berê Kurd û rêxistinên Kurd weke rîska ewlekariyê dihatin dîtin. Lê belê ti çalakiyeke Kurdan nîne ku gefê li ewlekariyê bixwe. Di vê navberê de hikumet û Wezîra Karên Derve bi rengekî ji hev cuda li bûyerên li Tirkiyeyê dinerin. Em dibînin ku mirov bi sedemên bêbingeh tên dersînorkirin.”

Håkan Svenneling destnîşan kir, tevî ku Wezîra Karên Derve tiştên cuda dibêje, pratîka ku li dijî Kurdan tê nîşandan ne ya qebûlkirinê ye.

Håkan Svenneling diyar kir ku girîng e helwesta Sapo ya li hemberî Kurdan ji aliyê rêxistinên Kurdan ve bê vegotin û wê kêrhatî be eger rêxistinên Kurd bi Sapo re yekser têkiliyê deynin.

Håkan Svenneling ragihand, ji ber biryarên şaş, baweriya gelek Kurdan a bi Sapo kêm bûye û got, “Gelek kes pêkanînên piştî kuştina Palme û helwesta niha ya Sapo bi hev ve girê dide. Rîsk heye ku di navbera Sapo û Kurdan de krîzeke nû ya ewlekariyê rû bide.”

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling xwest ku Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) dawî li deqkirina Kurdan û zexta li ser wan bîne.