Tîma Kuştinê ya Tirk, dema amadekarî dikir ku sûîqestê li Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bike, hate kifşkirin. Wêneyên van kujeran ên li Qesra Erdogan û Sefaretxaneya Bilind a li Parîsê kişandî eşkere bûn.

Du wêne; yek ji wan li pêşiya Qesra Erdogan a li Beştepeyê hatiye kişandin, yek jî li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Parîsê. Ev herdu wêne tîma kuştinê ya li Ewropayê û têkiliyên wan radixin pêş çavan. Di wêneyan de 2 kujer, sefaretxaneya bilind û qesr hene. Yên fermanê didin, yên organîze dikin û yên dikujin di heman wêneyî de ne.

Hezîrana 2017’an li Brukselê li derdora avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wesayiteke reş a bi marka Mercedes Classe E digeriya. Demek bû ku keşif dikir, agahiyên îstîxbaratî werdigirt. Vê wesayitê 14’ê Hezîranê herî kêm 3 caran li dora KNK’ê geriya. Ev wesayit ji aliyê polîsan ve dihate şopandin. Ya rast, rayedarên Kurd gelek caran di mijara şexsê bi guman de hişyarî dabûn, lê belê polîsên Belçîkayê destpêkê guh nedabûn. Dema ku şopandina teknîkî û fîzîkî hate kirin, hingî cidiyeta bûyerê hate fêhmkirin. Kesên di hundirê wesayitê de piştî ku li derdora KNK’ê karê keşfê kirin, ketin hundirê tunela li nêzî avahiyê. Polîsên ku dan dû wan, bi sedema ‘wesayit bi lez hatiye ajot’ rawestand. Di hundirê wesayitê de sê kes hebûn. Polîsan kesên di wesayitê de peya kirin. Piştî kontrolê, nasnameya gumanbaran hate tespîtkirin, wêneyên wan hate kişandin. Polîs weke ku kontroleke ji rêzê ya rê dikin tevdigeriyan.

Dadgerî û polîsên Belçîkayê vê lêpirsîna têkildarî hewldana sûîqestê bi rengekî veşartî meşandin. Li gorî agahiyên çavkaniyên nêzî dosyayê ragihandin; lêpirsînek ji hezaran rûpelî hate amadekirin.

TÎMA KUŞTINÊ YA DI HUNDIRÊ WESAYITÊ DE

Yek ji sê kesên di hundirê wesayitê de, Zekeriya Çelîkbîlek bû. Leşkerekî berê bû. Rojnameya Journal de Dimanche ya Fansayê 14’ê Adarê navê van her sê kesan eşkere kiribû. Çelîkbîlek ku welatiyê Fransayê ye, dema ku li wesayitê hate rawestandin 6-7 meh bû ku li banliyoya Argenteuil a Parîsê dima. Kesê duyemîn Yakûp Koç bû. Pê re nasnameyek hebû ku nîşan dida ew polîsekî Tirk e.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xist, navê kod ê Yakûp Koç “Albay” e. “Operasyon”a li Brukselê organîze dikir. Kesê sêyemîn jî Haci Akkûlak ê ‘bi eslê xwe Kurd’ bû, ku li Belçîkayê dima.

Yên ku lêpirsîn dimeşandin, pê hesiyan ku du roj piştî kontrola polîsan a li Mercedesê, di 16’ê Hezîranê de gef bêhtir eşkere bû. Hate destnîşankirin ku ‘çar kesên ji Tirkiyeyê’ hatine Belçîkayê û li vir daîreyek kirê kirine. Yek ji wan sekvan e. Hedefa wan jî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bûn.

DU KES JI NAVA TÎMA KUŞTINÊ QUT BÛN

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên nêzî dosyayê wergirtine; çend meh piştî ku polîsên Belçîkayê wesayit sekinandin, operasyonek hate lidarxistin. Çelîkbîlek û Yakûp Koç çûbûn. Polîsên Belçîkayê li şûna ku li van bipirsin, lêpirsîn bikin, giranî dan ser lingê Belçîkayê yê tevna sîxuriyê. Yek ji serdegirtinan li bajarê Gentê pêk hat. Li mala Tirkekî bi navê Necatî Demîrogûllari ku tê texmînkirin ji Sakaryayê ye û Akkûlak, lêgerîn kirin. gelek materyal hatin desteserkirin.

Ya ku ev operasyon da kirin, di mikurhatinên Akkûlak de veşartî ne. Akkûlak piştî ku pêşniyara sîxuriyê ya lê hate kirin qebûl kir, gava ku fêhm kir bûyer wê bigihêje heta sûîqestê, hem saziyên Kurdan hem jî polîsên Belçîkayê agahdar kir, bi bûyerê hesand. Hate hînbûn ku yê Akkûlak xist nava tîma kuştinê ya Tirk, Necatî Demîrogûllari bû. Demîrogûllari yê ku polîsan avêtin ser mala wî, ew jî mikur hat. Li gorî agahiyan, Demîrogûllari zavayê Yakûp Koç e û materyal dane wan.

Mikurhatinên herdu kesan bi taybetî nîşan didin ku tîma kuştinê bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Parîsê re xwedî têkiliyeke xurt e. Her wiha Çelîkbîlek di hevdîtineke taybet de ji Haci Akkûlak re got ku li Parîsê di qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger de rola wî jî hebû. Vê lêpirsîna li Belçîkayê tevkariyeke girîng kiribû ku têkildarî Komkujiya Parîsê lêpirsîneke nû bê destpêkirin. Di lêpirsînê de ku Gulana 2019’an bi biryara dozgeriya Parîsê jinûve hate destpêkirin li dijî yên ku fermana komkujiyê dan û hevkarên sûcê komkujiyê ye. Parêzerên malbatên her sê jinên şoreşger dibêjin, li Ewropayê hîn jî tevneke xurt a têkildarî komkujiyê heye.

WÊNEYÊN LI QESRÊ Û SEFARETXANEYA BILIND

Wêneyên ku ANF’ê bi dest xist, tîma kuştinê ya li Belçîkayê kişf kir. Di heman demê de têkiliyên wan jî bi rengekî eşkere raxist pêş çavan. Bi taybetî têkiliyên Çelîkbîlek ên bi Serokkomariya Tirk û bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk nîşan da. Yek ji wêneyan jî nîşan dide ku Çelîkbîlek bi Sefîrê Bilind ê Tirk Îsmaîl Hakki Mûsa re xwedî têkiliyeke xurt û hêz e. Di vî wêneyî de du kesên din jî hene ku nasnameyên wan nehatiye tespîtkirin. Di nava wêneyan de du jê li hundirê Sefaretxaneya Bilind a Tirk hatine kişandin. Yek jê li ber maseya ku daxuyaniya çapemeniyê lê tê dayin hatiye kişandin. Di wêneyekî din de jî Çelîkbîlek li hewşa qesra Serokkomarê Tirk Erdogan a li Beştepeyê tê dîtin. Qatekî ji rengê şîn ê tarî li xwe kiriye. Di wêneyekî din de jî kumekî komando li serî ye.

Wêneyên Yakûp Koç jî di navbera salên 2008 û 2011’an de hatine kişandin. Yek ji wan li ser rêya Bratîslava hatiye kişandin, yê din jî li girava navdar a Fransayê li Mont-Saint-Michel hatiye kişandin. Li gelek deveran bi rengê ‘tûrîst’ wêne kişandiye.

Ev wêne, pêwendiyên tîma kuştinê bi Qesrê û Sefaretxaneya Bilind a Tirk bi rengekî şênber radixin pêş çavan.

KOORDÎNATOR ÎSMAÎL HAKKI MÛSA YE

Di dosya lêpirsînê de ya li Belçîkayê tê destnîşankirin ku “çalakiyên li Ewropayê yên vê tevna sîxurî û kuştinê ya li Ewropayê ji aliyê Îsmaîl Hakki Mûsa ve hatine koordînekirin”. Îsmaîl Hakki Mûsa, di demekê de ku gumanê li ser wî zêde bûn, ragihand ku dema wî ya wezîfeyê tijî bûye. Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Tûnisê bikeve şûna wî.

Piştî ku yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez 9’ê Sibata 2013’an hatin qetilkirin, bal çû ser Enqereyê. Di encama lêpirsînê de belgeyên ku eşkere bûn, mikurhatinên hatin nîşan dan ku sûîqest ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin. Îsmaîl Hakki Mûsa çend salên dawî di nava gumanbaran de bû. Îsmaîl Hakki Mûsa ku demekê bû wekîlê Musteşarê MÎT’ê û piştre bû kesê duyemîn ê herî payebilind ê MÎT’ê, di demekê de ku tevna sîxuriyê û hewldanên sûîqestê zêde bûn ji bo Parîsê hate tayînkirin.

11 SALÊN DAWÎ YÊN MÛSA

Mûsa di dawiya salên 1980’î de ji bo xwendina zanîngehê ew şand Fransayê. Piştre di astên cuda de wezîfe kir. Di 1’ê Mijdara 2011’an de li Brukselê bû Sefîrê Bilind, lê belê ev wezîfeya wî demeke dirêj dewam nekir. Di Cotmeha 2012’an de hate vekişandin û ji bo Alîkariya Musteşariya MÎT’ê hate tayînkirin. Îsmaîl Hakki Mûsa di nava saleke li Brukselê de pêwendiyeke xurt bi mizgeft, komele, selefî û nijadperestên Tirk re danî. Bi vê nêzîkatiya xwe bala îstîxbarata Belçîkayê jî kişandibû ser xwe.

Piştî ku Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo karibe di hilbijartinê de bibe namzet îstifa kir, Mûsa di 10’ê Sibata 2015’an de ji bo wekîlê Musteşarê MÎT’ê hate tayînkirin. Ev wezîfe heta 10’ê Adara 2015’an dewam kir. Dema ku Mûsa li nava MÎT’ê wezîfe kir û li Bruksel û Parîsê bû sefîr, hingî bi destê MÎT’ê gelek sûcên giran hatin kirin.

Mûsa di Tîrmeha 2016’an de çar meh piştî şerê navxweyî yê dewletê, ji bo Sefaretxaneya Bilind a li Parîsê hate tayînkirin. Di heman demê de dewleta Tirk li nava mizgeftan û gelek qadan rêxistiniya xwe ya îstîxbaratî xurt kir. Mehek piştî bicihbûna Îsmaîl Hakki Mûsa li Sefaretxaneya Bilind a li Parîsê, tetîkkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an de li girtîgehê bi rengekî gumanbar mir.