Dayikên Aştiyê yên ku piştî ‘Pêvajoya Diyalogê’ qediyayî li Dolmabahçayê çalakiya rûniştinê kirin, gotin di ser şerê nû re 6 sal derbas bûn lê dîsa jî berxwedan û hêviya wan a aştiyê heye.

Piştî ku maseya li Qesra Dolmabahçe bi destê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hate rakirin, li dijî Kurdan şerê ku çend salan sekinîbû dîsa dest pê kir. 

Li ser vê Insîyatîva Dayikên Aştiyê ya Stenbolê salekê û 3 mehan li ber Qesra Dolmabahçayê ya Beşîktaşê çalakiya rûniştinê kirin. 

Ji Dayikên Aştiyê Guler Bugday û Bedîa Gokguz behsa wê pêvajoyê kirin.

‘ŞER JI DAYIKAN BIPIRSIN’

Guler Bugday ku di Insîyatîva Dayikên Aştiyê ya Stenbolê de ev 21 sal in çalak e, got ji bilî desthilatê kesek şer naxwaze. Bugday got, ”Bila şer ji dayikan bipirsin. Kezeba me dişewite. Dema ku pêvajoyê dest pê kirî em pir kêfxweş bûn. Herdu aliyan agirbest ragihand, ev bi me re bû roniya hêviyê. Piraniya Kurdan jî weke me difikire, her demê baweriya me ya bi aştiyê zelal e. Ez ji zarokên xwe zanim. Meseleya Kurd ne têkilî îro ye, bi AKP’ê re dest pê nekiriye. Pirsa bi sedan salan e. Bi berxwedana jin, mêr, zarokên me ev mesele heta bi îro hat. Me anî. Ji bo ku rêyeke dî ji me re nehiştin ciwanên me çûne çiyê. Heta mirinê jî ez ê vê bibêjim. Çi giştî çi şexsî diyalog esas e. Hikûmetê pêşî li vê grit. Me çand, nasnameya xwe bi pereyan firotiye? Kesî ev nedane me, wê nikaribin ji me bistînin.”

‘MASE DANE ERDÊ Û XWÎN HILBIJARTIN’

Bugday got dema ku mase dane erdê wan li hemû deriyan dane û domand: ”Em bi hemû hîsên xwe yên aştiyê çûne. Ne Kurd û ne jî Tirk wê bimirana lê mixabin şer ferz kirin. Di çalakiyên xwe de her carê me aştî anî ser zimên. Ev hikûmet heta kengî wê siyaseta yekreng bidomîne ev hikûmet. Aliyên aştiyê hene û ji aliyê me zarokên me ji bo aştiyê destê xwe dan. Destê wan negirtin. Kuştina Ceylan Onkol kurteya wî şerê qirêj e ku em behsa wê dikin. Bedena zarokên me dibe qet û qet. Mirin û xwîn hilbijartin. Ocalan di daxuyaniyeke 96’an de got, ”israra li ser mirinê cînayet e”. Ev êdî cînayet e. Em jî li dijî van cinayetan li rêyên aştiyê digerin. Ez ji Amedê me. Çiya, kevir, bax û baxçe nehiştin. Pelek jî nehiştin li ser xaka me lê li aliyê Tirkan pelek jî neweşiya. Bila mirov hinekî li vê bifikirin. Mesele ev qasî kûr e.”

‘KESÎ GUH NEDA DENGÊ ME YÊ AŞTIYÊ’

Bedîa Gunduz jî ku ev 9 sal in di Insyîtîva Dayikên Aştiyê ya Stenbolê de ye, bi bîr xist ku çawa ku pêvajo qediyaye dest bi çalakiya rûniştinê kirine û got: ”Komên aştiyê hatin, me hemûyan digot belkî aştî were, kêfa me dihat.  Em li hêviyê bûn xwîna bi sedan salan bisekine bisekine lê li gel vê jî masê dane erdê. Xeyala mirovan li ber avê çû. Ez wiha tarîf dikim. Me got em Dayikên Aştiyê li ber Dolmabahçeyê rûnin em dikarin dîsa pêvajoyê vegerînin. Salak û nîvê her çarşem me çalakiya rûniştinê kir. Em bi erdê ve kaş kirin, cisim avêtine serê Yadê Zeynebê. Me li kîjan deriyî da me got werin em bi hev re pêvajoyê bidin destpêkirin lê kesî guh neda vî dengî. Em dayik rûnişti lê deng veneda. Heke ji vî şerî berjewendiya wan nebûya bi min dîsa dikarîbû dest pê bikira. Her çarçem em rûniştin. Me yê qerefîl bavêje deryayê, em ber bi qiraxa deryayê ve tehf dan.  Min gote amirê wir, ”Niha tenê çareyek min maye, xwe bavêjim deryayê”. Em kirin şûna parsekan. Kesên ku slav dane me destgîr kirin. Bi zextên wiha me salek û nîv derbas kir. Li ber walîtiyê, qeymeqamiyê em rûniştin. Ji bo ku mase were danîn me Dayikên Aştiyê tişta ku ji dest me hat me kir.”

Gokguz got ew dengê aştiyê yê hemû dayikan in û her sibeh bi baweriya bi aştiyê şiyar dibin. Li ser pirsa, ”hûn vê hêviyê çawa geş dikin?”, got, ”Hêza min a aştiyê dîsa hêviya min a aştiyê ye. Ez vê hêviyê geş dikim.”