Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî cihên faşîstên AKP-MHP’ê çalakî kirin.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.
Insîyatîvê derheqê çalakiyan agahî da.
Insîyatîvê ragihand ku yekîneyên wan 21’ê Adarê li dijî markêteke BÎM’ê û A 101’ê ya AKP’yiyan bi hevdemî bi teqemeniyên destan çêkirî û molotofan çalakî kirine, ziyaneke mezin dane du markêtan.
Bi berdewamî hate ragihandin 22’ê Adarê li Kocaelî-Gebzeyê li dijî çeteyên fihûş û madeyên tiryakê çalaî hatiye kirin, 6 wesayitên çeteyan hatine şewitandin, her wiha dema çalakiyê ji baskê ciwanan ê AKP’yî, lîderê çeteyê kesê bi navê Salih birîndar bûye.
Derheqê çalakiya li Stenbol-Silivrî jî hate gotin 23’yê Adarê yekîneyên Jinên Tîrêjen Rojê li dijî taxa ku piranî faşîst lê dijîn çalakî kirine, 8 wesayitên luks, 1 nalbûr û markêtek şewitandine, piştî çalakiyê polîsên TC’ê tax dorpêç kirine û êrîş birin ser mirovan, piştî çalakiyê yekîneyên wan bi silametî çûne ser cihê xwe.
Derheqê çalakyên 24’ê Adarê jî hate gotin li Tekîrdag-Muratli maleke faşîstên AKP-MHP’yî hatiye şewitandin, li Stenbol-Emînonku jî markêteke polîsê Tirk ê faşîst ku manişîn bûye hatiye şewitandin.