Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Kampa Holê ji bo têkbirina hucreyên DAÎŞ’ê hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya QSD-YPG-YPJ’ê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê di 28’ê Adarê de bi navê “Operasyona Ewlehî û Mirovî” dest bi operasyoneke berfireh kirin.
Operasyona ku 6 hezar personelên ewlekariyê tevlî bûn, dewam dike. Heta niha 9 endamên DAÎŞ’ê hatine girtin.
Di nava yên hatine girtin de çeteyê bi navê Ebû Seed El Iraqî jî heye ku demeke dirêj karê peydakirina çeteyan ji bo DAÎŞ’ê dikir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku xizmetên însanî yên pêwîst di dema operasyonê de bênavber dewam dikin.


