Berdevkê Hewldana 78’yiyan Celalettîn Can diyar kir ku bi girtina HDP’ê re armanc ev e ku hemû meyl werin tasfiyekirin lê piştgiriya ji bo HDP’ê zêde dibe.
Berdevkê Hewldana 78’yiyan Celalettîn Can ê ku di dema pêvajoya çareseriyê de di nav Koma Mirovên Aqilmend de cih digirt, diyar kir ku doza girtina HDP’ê wateya ku rejîm çiqasî tengijiye. Can got, “Dema ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir HDP’ê ji sedî 6,7 deng distend lê dema ku pêvajo ber bi dawîbûnê ve çû rêjeya dengan bû ji sedî 13.”
Can ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo çareserkirina doza Kurdan tu derdekî desthilatdariyê tune û ji ber vê jî HDP dibe hedef. Can bi bîr xist ku bi hewldana girtina HDP’ê re tê xwestin meylên demokratîk ên li Tirkiyeyê were tasfiyekirin û got, “Ev girse hay ji meseleyan heye û xwedî li mafên xwe derdikeve. Bi girtina HDP’ê re tê xwestin girse bê pêşeng bimîne û werin tasfiyekirin.”
Can qala dema pêvajoya çareseriyê û Koma Mirovên Aqilmend kir û got “Me dizanî doza Kurdan wê bi hêsanî neyê çareserkirin lê di wan deman de derfetek çêbû, me jî xwest em wî derfetî baş binirxînin. Tu tiştek nebûbe jî di wan sê salan de hindik kes mirin. Doza Kurdan geştir bû û pêşketinên li Rojava jî bû parçeyekî wê. Li Tirkiyeyê rastiyeke gel derket holê û mesele heta rojavayê Tirkiyeyê belav bû.”
Can diyar kir dema AKP’ê fêm kir pêvajo ne li gorî dilê wê ye, ji ser maseyê rabû û got, “Wan digotin qey heke ew gavan biavêjin wê Kurdan bikişînin ba xwe û wan manîpule bikin. Lê dema ku pêvajo ji bo gel pêş ve çû, AKP’ê pêşiya pêvajoyê girt.”
Can diyar kir di vê pêvajoyê de piştgiriya ji bo HDP’ê zêde bû û desthilatdariyê dema dît ev dibe karekî cîddî, xwest pêvajoyê berevajî bike. Can bal kişand ser vî tiştî ku tê xwestin hemû meylên aştîxwaz û demokrasîxwaz werin tasfiyekirin lê ev hewldaneke vala ye.
Berdevkê Hewldana 78’yiyan Celalettîn Can, “Dema ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir HDP’ê ji sedî 6,7 deng distend lê dema ku pêvajo ber bi dawîbûnê ve çû rêjeya dengan bû ji sedî 13. Jixwe dema desthilatdariyê ev encam dît, xwest bûyerê berevajî bike, lê piştgiriya ji bo HDP’e kêm nebû, zêdetir dibe.”