Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 2 Nîsanê 2021ê, în
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Kurdan li bajarê Aûrîch a Elmanyayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin.

&- Zanyarê siyasetê û nivîskar Dr. Dario Azzelînî diyar kir ku armanca ji tecrîda li ser Rêber Ocalan bêdnegkirina civakê ye.

&- Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan a 72’yemîn ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ve tê pîrozkirin

&- Gerîlaya YJA Starê Rojda Şeval li ser 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan axivî û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawiyê têbikoşin.”

&- Parêzer Kazim Bayraktar, diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan û daxwaza girtina HDP’ê bi vê re girêdayî ye.