Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer di operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer li mala xwe ya li navçeya Baglar a Amedê di serdegirtinê de hate destgîrkirin. Polîsan di dema serdegirtinê de alavên li malê ser û bin kirin û dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal.
Canozer birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê.