Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de polîsên Tirk avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa û gelek navnîşanan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê. Lêgerîna polîsan a li nava komeleyê dewam dike. Li bajêr her wiha avêtin ser gelek navnîşanan. Dayika Aştiyê Nezahat Teke û gelek kes hatin destgîrkirin.

Li ser hesabê Twitterê yê komeleyê ev peyam hate parvekirin: “Hûn ê nikaribin ti carî me ji têkoşîna me vegerînin. Em li vir in, em ê li vir bin.”