Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku Konseya Ewropaye ji bo zextên li ser Tirkiyeyê li hin rêyan digere û ragihand ku heke gaveke erênî neyê avêtin dibe ku endamtiya wê ya li Konseya Ewropayê were nîqaşkirin.
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy derarê serdana Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê Rîk Daems ya li Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.
Ozsoy diyar kir ku serdana Daems li ser sê rojevan bû û got, “Lêgerîna Daems a ji bo zextên li ser Tirkiyeyê didome. Di rojên pêş de heke Tirkiye gaveke neavêje dibe ku endamtiya wê ya li Konseya Ewropayê jî were nîqaşkirin.”
Ozsoy diyar kir ku di navbera Tirkiye û Konseya Ewropayê de ji zû ve ye alozî hene û di sala 2017’an de Tirkiye dîsa tevlî pêvajoya şopandinê ya Konseya Ewropayê bûye. Ozsoy bal kişand ser vî tiştî ku piştî vê dîrokê ji mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê wêdetir roj bi roj pêvajoyeke xerab pêk hatiye û derbarê serdana serdana Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê Rîk Daems got “Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê Rîk Daems ji bo bi rayedarên Tirkiyeyê û parlementeran re biaxive hat Tirkiyeyê. Vekişandina ji peymana Stenbolê, doza girtina HDP’ê, betalkirina parlementeriya Gergerlîoglû jî di vê pêvajoyê de pêk hat. Sê rojevên sereke yên serdanê heye, yek jê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a ku derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş daye. Di heman demê de di raporên pêvajoya şopandinê ya Konseya Ewropayê de jî gelek mesele hene. Tirkiye van berpirsyariyan pêk naye.
Rojeva duyemîn, bi doza girtina HDP’ê re zextên li ser mûxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê. Ya sêyêmîn jî ev bû ku di 19’ê Adarê de bir biryarnameya serokkomar re Tirkiyeyê ragihand ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişandiye. Di vî warî de hate serdana hevserokên me. Ji xeynî MHP’ê bi serok û rayedarên partiyên din re rûnişt. Nîqaşên Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê ragihand.”
‘ENDAMTIYA WÊ YA LI KONSEYA EWROPAYÊ DIBE KU WERE NÎQAŞKIRIN’
Ozsoy diyar kir ku Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê li hemberî polîtîkayên zextê yên hikumeta Tirk e û got “Ev polîtîkayên zextan qebûl nakin û rast nabînin. Li Konseya Ewropayê derbarê Tirkiyeyê gelek biryar hene. Ji bo pêkanîna zextan li hin rêyan digerin. Hin komên siyasî yên Konseya Ewropayê diyar dikin heke Tirkiye li gorî biryarên me yên dadgehan tevnagere, li gorî biryarên dezgehên wê (CPT, Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê, Komîsyona Venedîkê, Komîteya Rêveberiyên Herêmî) tevnagere çima hê jî endamên konseyê ye? Heke di demên pêş de Tirkiye hin gavan neavêje dibe ku endamtiya Tirkiyeyê were nîqaşkirin.”