Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 5 Nîsanê 2021ê, DUŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Artêşa Tirk a dagirker, li bejahiya Betlîsê û bejahiya Şirnexê dest bi tevgereke leşkerî kir.
&- Li Fransayê komeke mezin a bi 77 kesên navdar ku di nav de siyasetmedar, hiqûqnas, akademîsyen, akonomîst û rojnamevan jî hene, ji bo azadiya Rêber APO bang kirin.
&- Polîsên rejîma faşîst li Amedê bi ser Komeleya Jinan a Rosayê û gelek malan de girtin. Herî kêm 22 kes hatin binçavkirin.
&- Bi munasebeta 72’emîn salroja Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dar hatin çandin.
&- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got: ”Li hemû cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hene
&- Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cihê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.