KNK’ê di salvegera 41’ê ya komkujiya Kurdên Feydlî de qurbanî bi bîr anî û ji rêveberiya Iraqê û herêma Kurdistanê daxwaza mafên Kurdên Feylî kir. KNK’ê destnîşan kir ku hewl û karê wan ji bo vê yekê wê dewam bikin.

Komîteya Kurdên Feylî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 41’ê ya Komkujî û Koçberkirina Kurdên Feylî daxuyaniyek da û qurbanî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berî 41 salan di proseyeke şovînî û hovane de, ji aliyê rejîma Bees a herifî ya dewleta Iraqê ve zêtirî 600 hezar welatiyên bêguneh ên Kurdên Feylî, bi darê zorê nasnameya Iraqî jê stendin û li ser ax û zêda xwe hatin derkirin, derbasî aliyê sînorê dewleta Îranê hatin kirin. Piştre dest bi ser mal û mulkên wana girtin û zêdetir ji 20 hezar ciwanên Feylî destgîr kirin, avêtin zindanê û bê ser û şon kirin. Heta roja îro jî çarenivîsê wan winda û ne diyar e.”

KNK’ê diyar kir ku komkujiya Kurdên Feylî birîneke ku ev 41 sal in hê xwîn jê diçe û di heman demê de pirseke neteweyî ya gelê Kurdistanê ye.

Daxuyaniya KNK’ê wiha dewam kir: “Kurdên feylî beşeke resen a neteweya Kurd e, her tim di nava xebat û têkoşîna bizava neteweyî û niştîmanî ya gelê Kurdistanê de cih girtine, bi hezaran jî di vê rê de cangorî bûne. Ji egera giringî ya cih û cografiya hebûna wan ku dikeve navenda dewleta Iraqê û bi dirêjiya sînorê destkirdê navbera başûr û rojhelat (Iraq û Iran) de, her wiha rola girîng û bandora wan di bizava rizgazîxwaziya Kurdistanê de û ji bo ku ti carî ji jiyana bindestî û zulma dagirker û diktatoriyê nepejirandine, her tim ji bo bi destveanîna mafên xwe yên neteweyî û niştîmanî rêya xebat û têkoşîne girtine ber xwe û li ber xwe dane. Loma bi dirêjiya dîrokê bi deste desthilatdarên dewleta Iraqê duçarî pêlên qirkirin û asîmilasiyon bûne.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Di roja îro de û piştî 18 sal ku ew rejîma tawanbar herifî, hê keys û mafên zeftkirî yên Kurdên feylî bi hilawîstî mane û xelkê zirabûyî li jêr yasa yên ne dadperwer da dijîn û birînên wan ên rohî û derûnî her bi kûrî man e. Niha Kurdên Feylî yên li wan herêman dimînin, li jêr hela şovînî û tunrewiyê rastî derdeserî û nerehetiyeke mezin de ne û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK di sala 41’ê de komkujî, karesat û fermana li dijî gelê xwe bi bîr tînin, bejna xwe li ber cangoriyên Kurdên Feylî diçemînin û daxwaza mafên wan li Iraqê, herêma Kurdistanê dikin. Her wiha mafên wan li nava civaka navneteweyî bi rewa dizanin û hewl û xebata xwe ji bo çareserkirina vê pirsê dewam dikin.”

Di dawiya daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin:

“Di heman demê de daxwazê ji desthilatdariya Başûrê Kudistanê bi partî û hêz û rêxistiyên Kurdistanî dikin ku li Kurdên Feylî û pirsa wan xwedî derkevin û bi hev re hewl bidin ku ew tawan û zulma ser wî beşê girîng ê gelê me dewam bike. Em piştevaniya xwe ji bo helwestên wan aliyên dilsoz ên vê armancê dîsa radigihînin.

Vegerandina mafên rewa û zevtkiriyên Kurdên Feylî, di serî de pêwîstî bi yekrêziya navxweyî ya xwe Feyliyan heye û her wiha hêz û aliyên Kurdî yên nava sîstema dewleta federal a Iraqê ku vê pirsa han bi ya xwe bizanin.”

Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên Komkujiya Feylî û tevahiya cangoriyên Kurd û Kurdistanê hatin bîranîn.