Bandora darbeya li Myanmarê li qada navneteweyî de jî deng veda. Dîplomatên alîgirên cûntayê avêtin ser sefaretxaneya Myanmar a li Londonê, hewldana sefîrê alîgirê Aûng San Sûû Kyî yê bi darbeyê hate daxistin, Kway Zwar Mîn asteng kirin.
Wezîrê Karê Derve yê Brîtanya Domînîc Rabb jî li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Çalakiyên rejîma leşkerî şermezar dikin.”
Hejmara kesên di xwepêşandanan de dimirin jî dewam in.
Roja Çarşem û Pêncşemê herî kêm 11 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 3 endamên hêzên ewlekariyê jî mirine, lê piştrastkirina vê agahiyê ji aliyên çavkaniyên serbixwe ve ne mimkûn e.
Li gorî Komeleya Piştevaniya Girtiyên Siyasî, ji 1’ê Sibatê pêkhatina darbeyê û vir ve nêzî 600 kes mirine.
Tê texmînkirin ku bîlanço hê girantir be. Nêzî 2 hezar û 800 kes jî girtî ne. Gelek kes jî winda ne.