Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir diyar kir ku di çarçoveya pêngava yekem ya bi cih anîna projeya çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê de ewê serdana aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û rêxistinan bikin û dazanîn ku ev tenê reşnivîseke, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê bi şêweyeke demokratîk û got, “Em bawer dikin ku wê ev proje di heman demê de bibe wesîleyek ji bo aliyên Kurd nêzî hev bibin.”

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir pirsên me yên têkilîdarî bi navê “Projeya Çareseriya Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê” ku di 17’ê Cotmehê de hate eşkere kirin çawa hatiye amadekirin, wê çawa pêk bê, çi nexşerêyeke wan ji bo pêkanîna wê heye bersivand.

-We 17’ê Cotmehê projeyek eşkere kir, sedema eşkere kirina vê projeya we di vê demê de çiye?

Tevgera Azadî bixwe sîstemek li hemberî bê çarebûn û qeyranê ye. Em dibînin ku partiyên siyasî yên heyî nikarin bibin bersiv, pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û sîstemê ku hene her roja paştir hîn kurtir dibe. Tevgera Azadî di demek gelek hesas a qeyrana siyasî kûr de hate damezrandin. Ev sîstem ne tenê di aliyê siyasî de di aliyê siyasî de jî xetimiye.

Gelê Kurd di rewşeke gelek nebaş de dijî. Di nava van 2 salan de referandûm pêk hat, bûyerên 16’ê Cotmehê rû dan, hilbijartinên parlementoyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê çêbûn. Dema em dinêrin dikarin encamek jê derbixin ku ne hilbijartin ne jî referandûm nekarîne çareseriyek ji pirsgirêkan re bînin û qeyranên ku hene kurtir jî bûye. Ji ber van sedeman tev me vê projeya xwe eşkere kir.

Projeya we eşkere bû. Ji bo projeya çareseriyê we qet nêrîna derdorên cûda û aliyên siyasî yên din jî girt?

Projeya me ji 4 hêmanên sereke pêktê. Ev jî hêmana siyasî, civakî, îdarî û aboriye. Me vê projeyê wek reşnivîs pêşkêş kiriye. Me di dawiya projeyê de jî diyarkiriye ku emê bi aliyên siyasî û hemû kesên ku ji bo çareser kirina pirsgirêkên qeyranê û çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd re eleqeder dibin, bi şêwirin û li ser gotûbêj bikin. Ger pêşniyarên cûda hebin em ê cih bidin wan jî. Ev proje bi rewşa heyî tenê ji nêrînên me pêk tê, lê ji bo pêngavek ji bo çareserkirina qeyran û aloziyan bê avêtin, em dikarin dewlemendtir bikin.

We di projeya xwe de gelek pêşniyarên ji bo çareser kirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistan û Iraqê pêşxstiye, gelo heya niha we projeya xwe pêşkêşê ti aliyeke peywendîdar kiriye?

Me heya niha pêşkêşî ti aliyek nekiriye, lê di bernameya me de heye ku em pêşkêşî hemû aliyan bikin. Me di dawiya projeya xwede jî gotiye ku her aliyek bixwaze dikare bê em bihevre guftog bikin. Tiştên girîng û pêwîst hebin em dikarin bixin nava projeyê û dewlemendtir bikin. Ev yek hemû ji bo ku em pêngavên çareseriyê ji bo vê rewşê biavêjine.

‘Xalên projeya me zelal û cewherîne’

Me projeya xwe gelek kurt û zelal nivîsand. Weke nimûne, me di têde got, “Pêwîste komîsyonek ji kesên serbixwe, şehreza, bê alî, nûnerên rêxistinan û aliyên siyasî pêk bê, ji bo destûra Herêma Kurdistanê ji nûve destbigirin.” Em dibînin her kom, rêxistin û partiyek siyasî li gorî berjewendiyên xwe kar dike. Destûra ku niha li Iraq û Herêma Kurdistanê heye, bi pîvanên demokrasiyê re nakoke. Di heman demê de bi peywendiyên dîplomasî re jî nakoke. Ger em binêrin ji referandûmê bigre heya digihe hemû karesatên din yên li ser gelê Başûrê Kurdistanê , ji ber nebûna peywendiyên ne tendûriste ku navê Herêma Kurdistanê ji aliyê hizban ve tê kirin.