Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 13 Nîsanê 2021, SÊŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku wê Gelê Kurd serî netewîne û got: “Çareseriya Pirsgirêka Kurd diyalog e û navnîşan jî Birêz Abdullah Ocalan e.”
&- KCKê bi du daxûyaniyên cûda çarşema sor a Êzdiyan pîroz kir û ji bo alema Mûsûlmanan jî ji bo Meha Remezanê peyamên girîng dan.
&- Platforma Bawerî ya Mezopotamya têkildarî êrîş û gefên Hikûmeta Navendî ya Iraq, PDK û dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê li Kolnê çalakiyek kir.
&- TAJÊ bi daxuyaniyekî got: ‘Heger em çekê deynîn wê bêjin dev ji Êzidiyatê jî berdin; lewma em serî natewînin’