Rêveberiya Serokdewletê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko, ku muxalefet tepisandiye, ragihand ku dema destûra weşanê ya qenala Euronewsê dirêj nekiriye.

Wezareta Enformasyonê ya Belarûsê li ser mijarê daxuyanî da û reklamên bi Îngilîzî ya li Euronewsê weke hinceta biryarê nîşan da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku reklam divê bi Rûsî û Belarûsî bên wergerandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li şûna qenalê wê cih bidin bernameyeke ku li Rûsyayê tê amadekirin û qala Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike, bê weşandin.

Saziya civakî ya sivîl a bi navê Vîasna têkildarî biryarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek darbeyeke nû ye ku li azadiya çapemeniyê hatiye xistin.