Li gorî daxuyaniyan Hûsiyan wan bi doron û moşekan êrîş birine ser gelek hedefên li Cîzanê.
Hate diyarkirin di nav hedefan de koma petrolê ya netewî Aramco û pergala berevaniya moşekî Patrîot jî heye.
Siûdî şewata piştî êrîşê û êrîşa li ser pergala berevaniya moşekî piştrast nekir.
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî aşkere kir bi şev û berê sibehê parçeyên çar dronan û parçeyên pênc moşekên balistîk ketine baxçeyê Zanîngeha Cîzanê û şewateke biçûk çêbûye.
Hûsiyên Yemenî 12’ê Nîsanê jî ragihandibûn ku tesîsên Aramco jî di nav de bi 17 dron û moşekan êrîş birine ser deverên cuda.