Di daxuyaniyê de ya Wezareta Tendiristiyê hate gotin hêla Ebola ku ji Sibatê ve dest pê kiribû bû sedema mirina 6 kesan. Hate diyarkirin vîrûs di 12 kesan geriyaye û ev hêla Ebolayê bi herêma Nord-Kîvûyê sînordar maye.
Wezîrê Tendiristiyê Jean-Jacques Mbunganî got bi derziya bi navê ‘rVSV-ZEBOV’ê nehiştine ku hêla vîrûsê berbelav bibe û got, ji bo vê jî wan derzî li sedan kesî dane.
Vîrûsa Eboloayê cara pêşî sala 1976’a li Başûrê Sûdanê derketibVû holê, ku wê çaxê navê xwe Zaîre bû. Vîrûsa Ebolayê di navbeyna salÊn 2013-2016’an de bûbû sedema mirina gelek kesî. Piranî li Lîberya, Sîerra Leon û Gîneyê vîrûs bûbû sedema mirina 11 hezar kesî.
Di hêla dî ya Ebolayê ku di navbeyna 2018-2020’an de li Komara Kongo ya Demokratîk derketibû holê 2 hezar û 287 kes miribûn. Berevajî Covîd-19’ê vîrûsa Ebloyê her çendî kêm di mirovan digere jî rêjeya wê ya kuştinê zêdetir e. Di navbeyna salên 2013-2016’an de rêjeya rûdanên mirinê 40 ji 100’î bû, di navbeyna 2018-2020’an de ev rêje heta bi 66 ji 100’î zêde bûbû.