Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 5 Gulan 2021 ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Gerîlla Tv dîmenên ku çepera Tirk hate rûxandin parve kir.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got, “Dewleta tirk piştî şikestin û têkçûna xwe ya li Garê êrişî Zap, Metîna û Avaşînê kir.”

&- Endama Konseya Rêveberiya KNK’ê Nulifêr Koç, diyar kir ku Artêşa Tirk, di şerê Garê de têk çû û pişti di şerê Garê de têk çû, di şerê Metîna, Avaşîn û Zapê de jî têk biçe dê teqez dewlet siyaseta xwe biguhere.”

&- Siyasetmedar û akademîsyenê Zanîngeha Duhokê Kamîran Berwarî, diyar ku Tirkiyê dixwaze birînên xwe yên têkçûna li Garê derman bike.

&- Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku yekîneyên wan li gelek bajarên Tirkiyê çalekî kirine.

&- Li peytexta Elmanya Berlînê şehîdên Komkujiya Dersimê di 84 emîn salvegera xwe de hatin bibîranîn.