Alîkarê Hevserokê HDP’ê Umît Dede bêcidîbûna nîqaşên destûra bingehîn a nû ya desthlatê destnîşan kir û got, ”Ti azadiyek nîne ku li ser destûra bingehîn a demokratîk were nîqaşkirin”.
Ji Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs, Alîkarê Hevserok ê HDP’ê Umît Dede têkilî haziriyên Destûreke Bingehîn yên ji hêla AKP-MHP’ê ve axivî, bal kişande ser pêşnûmeya Destûr Bingehîn a MHP’ê û got, ”Di pêşnûmeya MHP’ê de tê xwestin ku rayedarên Serokkomariyê were sînordarkirin û rayeya Meclîsê were zêdekirin. Bi vî rengî dixwaze AKP’ê zêdetir hewceyî xwe bike û di nav vê pergala dehbeyî de pozîsyoneke xweştir ji bo xwe diyar bike. Ango ev pêşnûmeya Destûra Bingehîn encama pevketina navxweyî ya tifaqê ye.”
Dede diyar kir ji hêla Tifaqa Cumhur ve pêşnûmeya destûra bingehîn a ku MHP’ê hazir kiriye ragihandina îflaskirinê ya pergala ”Seroktiya Modêla Tirk” e û got, ”Niha dixwazin destûreke dehbeyî li vê pergala deybeyî bikin û bi vî rengekî mîsogeriya destûrî jê re peyda bikin.”
Dede bi berdewamî got AKP-MHP bi serê xwe nikarin destûrekê deynin, hijmara kursiyên wan têrê nake, dema ku ji vî alî ve lê dinerin armanca wan ew e ku rojevke qelp çêbikin da ku rojeva rastî neyê dîtin û got, ”Daxwazae ku dengê hilbijartina Serokkomariyê bikin 40 ji 100’î, têkilî wê ye ku hay jê hene desteka gel li pey wan nemaye. Bi rakirina destlênedana wekîlan û guherandina avaniya Destûra Bingehîn, dixwazin yasdanînê û darazê bi temamî bikin ber kontrola rêveberiyê, armanc dike ji rejîma ku bi fiîlî otorîter bûyî, qewlikekî destûrî deynin.”
Dede her wiha got, ”Pêşnûmeya nû ya ku AKP-MHP’ê hazirk iriye, dixwaze hişmendiya yekreng bi rengekî reqtir bi cwih bîne û li van xakan jiyanê li mirovan bike jehr.”
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Umît Dede herî dawî diyar kir, pêşnûmeya ku AKP-MHP’ê hazir kirî armanc dike ku ”hêviya demokrasî û aştiyê bi tûmî tine bike” û got, ”Ji bo destûrke demokratîk divê azadia raman û derbirînê bi asteke pir zêde hatibe mîsogerkirin û divê xebateke wiha were kirin ku ne tenê partiyên siyasî yên ku li Meclîsê koma wan heye, hemû partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, bi giştî hemû derdorên civakî di nav de bin. Heke wiha bibe mirov dikare behsa peymana civakî bike. Mixabin vê gavê dev ji çêkirina destûreke bingehîn biqerin, azadiyeke wiha nîne ku mirov nikarê nîqaşa destûrê jî bike.”