Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 11ê Gulan 2021 SÊŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Parêzêrên Rêber Abdûllah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.
&- 15 rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyî, li dijî êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirkiyê daxuyaniyek hevpar dan û banga têkoşîna hevpar kirin.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan berfirehî êrişên tevgera dagirkeriyê nirxandin û got: Êriş dewam pîlana çokdanînê ye lê wê bi ser nekevin.
&- Hêzên gerîlla ji Dêrsimê heta Metînayê çalakî lidar xistin, di çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 3 jî bîrîndar bûn.
&- Jinan li Stenbolê li ser sûrên Topkapiyê ji bo peymana Stenbolê çalakî li darxistin.
&- Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya salvegera 8’an a Komkujiya Reyhanliyê daxuyaniyek da.