Îro li bajarê Bergîch Gladbach ê Elmanyayê ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn bi şîara ‘Bi felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin bike, azad bibe’ kongreya xwe ya damezrandinê li darxist. Di kongreyê de ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn di bin banê ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ de biryara rêxistinbûyînê dan.

Kongre seat 12:00’an bi deqeyek rêzgirtin û axaftina destpêkê re dest pê kir. Piştre dîwana kongreyê hate hilbijartin û peyam hatin xwendin.

Li ser navê dîwanê hate gotin ku; “Îro li vir em rêxistinek nû ava dikin. Di şexsê ciwanên Kurd ên li Ewropayê de ji bo hemû gelê me rojeke dîrokî ye. Tevî hemû zext û gefan îro em li Elmanyayê kongreya xwe li dar dixin.”

Di kongreyê de li ser navê Tevgera Jinên Ciwan, YXK, TJK-E, Rêxistina Ciwanên Partiya Çepgir a Elmanya, Lînksjûgend.Solîd, Yoûng Strûggle axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan peyamên bi dîmen ên ji Revolutionäre Jugend Gruppe ya Swîsre û Katalûnyayê hatin weşandin.

Piştî axaftin û peyaman sînevîzyon hate nîşandan. Ciwanan di dema nîşandana sînevîzyonê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ berz kirin.