Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tahsîn Asan yê di şerê li bejahiya Bedlîsê de şehîd bûbû, li Goristana Şêx Hesen a Şirnexê spartin axê. Hêzên dewletê ji bo wecîbeyên olî bûn asteng.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tahsîn Asan  yê di şerê li bejahiya Bedlîsê de şehîd bûbû, spartin axê.

Malbata Asan ê pêr çûbû Bedlîsê cenaze girtin.

Polîsan rê neda ku cenazeyê Asan bê şûştin û nimêja wî bê kirin.

Malbatê di bin dorpêça polîsan de cenazeyê Asan li Goristana Şêx Hesen a navenda navçeyê spartin axê.